Languages فارسی English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsch español فارسى درى РУС
Scroll down
Qur'an a Pîroz

CIHANÎBÛN Û DAIMÎBÛNA ISLAMÊ

2016/07/05

CIHANÎBÛN Û DAIMÎBÛNA ISLAMÊ

Me zanî ku îmana bi hemî pêxemberan û qebûl kirina hemî gotin û peyamên wan lazim e (dersa 29 ji vê kitêbê) û inkara pêxemberekî an inkara yêk ji hukm û peyamên wî bi me\'na inkara rubûbiyeta teşrî\'î ya ilahî ye û wek kufra ibilîs e.

Nixwe piştî sabit bûna pêxemberiya Pêxemberê Islamê (s) îmana bi wî û îmana bi hemî ayetên ji wî ra hatîn xwarê û hemî hukm û qanûnên ji alîyê Xuda yê Te\'ala ve anîn lazim e.

Lê vêca baweriya bi her pêxember û kitêba asmanî ne bi vê me\'nê ye ku \'emel gorekî şerî\'eta wî lazim bê hesab kirin; wek çewa ku musilmana bawerî bi hemî pêxemberan û bi hemî kitêbên \'esmanî hene, lê çênabê gorekî şerî\'etên pêşda \'emel bikin û pêşde jî işare hat kirin ku berpirsyariya \'emelî ya her ummetekî ew e ku bi destûrên pêxemberê wê ummetê \'emel bikê (dersa 29). Nixwe lazim bûna \'emel kirina xelkê hemiya bi destûra şerî\'eta Islamê hingê sabit dibê ku risaleta pêxemberê Islamê ne taybet û mexsûsê qewmekî tenê bê û her wiha pêxemberek dî piştî wî nehatibê rêkirin û şerî\'eta wî nesx nekiribê. Bi gotinek dî: dînê cihanî û daimî bê.

Ji ber vê yêkê lazim e li ser vê çendê bê xeberdan ku: gelo risaleta Pêxember (s) cihanî û daimî ye? An taybetê zemanek kifş û qewm û milletek taybet e?

Ronahî ye ku ev mesele çênabê bi rêka \'eql tenê ve bê vejenîn belkî lazim e ji awayê tehqîq û lêkolîna neqlî û tarîxî behre bê girtin, yanî gereke em binêrin delîl û senedên cî girtî û mu\'teber.

Û kesê ku Qur’an û pêxemberî û parastî bûna Pêxemberê Islamê (s) ji xeletîyê jêre kifş bûbê, ji wî ra çi sened û medrek ji kitab û sunnetê mu\'tebertir û pitir cihê bawerîyê tunehin.

Cihanî bûna Islamê

Cihanî bûn û mexsûs nebûna vî dînî ji qewm û herêmek xas û taybet ra ji lazimî yên vî dînî ye. Û heta ewên bawerî pê neyîn zanin ku gazî ya Islamê ji hemiya re bûye û ne girêdayî ye bi herêm û cihek xas û taybet ve.

Zêdertirê ji vê jî şahidên zehfî di tarîxê da hene ku Pêxemberê Ekrem (s) ji serokên memleketa re wek Qeyserê Rûmê û paşayê Îranê û padişahên Misr û Hebeşe û Şamata û her wiha ji serokê qebîlên \'Ereba re û ... name û nivîsok û qasid û wekîl rêkirine û ew hemî jî gazî kirin ji bona qebûl kirina vî dînê muqeddes û ew tirsandine ji pey hatên kufr û qebûl nekirinê[1] û eger dînê Islamê ne cihanî bûya û gazî ya giştî û \'umûmî bi cî nehatibûya wê qewm û milletan di qebûl nekirina wê da \'uzr û hêcet hebûna.

Nixwe çênabê îmana bi heqaniyeta Islamê û \'emelê li ser esasê vê şerî\'eta ilahî ji hev bên vekirin û tefkîk bibin, ku netêca vê cidahîyê bibê ev ku hinek neberpirsyar bin ji \'emel kirina bi vî dînê ilahî.

Delîlên Qur’anê li ser cihanî bûna Islamê

Çewa ku hat gotin baştirîn û pê bawertirîn delîl û sened û medrek ji sabit kirina vê meselê ra Qur’ana pîroz e ku heqqaniyeta wê di dersên borî de ronahî bû. Û kesê berê xwe bidê vê kitêba ilahî, wê gelek ronahî bibînê ku gazîyên wê giştî û \'umûmî ne û ne girêdayî û taybetê millet û qewm û nijadekî tenê ve ye.

Di gelek ayeta da dibêjê «یا ایھا الناس– gelî xelkîno»[2] «یا بنی آد‌م - ya benî Adem - ey zarokên Adem»[3] û hidayeta xwe ji hemî mirova[4] re û ji \'alemê ra hesab kiriye.[5] Hinek ayet risaleta pêxember ji hemî mirova re[6] û ji hemî \'alemê re[7] sabit kiriye. Ayeta 19 ji sûretê En’am gazî ya wî hemî yê wa kesa re zaniye ku ewê guhlê dibin û dibhîzin.[8] Ji alîyê dî ve peyrewên dînên dî bi navê «ehlê kitab» gel wa axiftiye û lome li wan kiriye[9] û risaleta Pêxember (s) ji wan ra jî sabit kiriye û hedefa nazil kirina Qur’anê ser Pêxember (s) serketina Islamê li ser dînên dî hesab kiriye. [10] Pê dîtina van ayetan di giştî bûna gazî ya Qur’anê û cihanî bûna dînê pakê Islamê da çi şik û şubhe namînin.

Daimî bûna Islamê

Ayetên hatîn gotin kanê çewa pê kelîmên giştî (wek: benî Adem, en- nas, el- \'alemîn) û pê vî qasî ku berê xeberdanê didê hemî kes û milletan û berê xwe nadê qewmek taybet û gel qewmên ne \'Ereb û ehlê hemî dîna xeber didê, pê vê giştîyê cihanî bûna Islamê sabit dikê; her wiha pê bikar birina zemanê bê qeyd û mehdûd û sînor nekirina Islamê jî ji zemanek taybet ra sabit dikê.

Nexasma gotina « لِيُظْهِرَهُ عَلَى الدِّينِ كُلِّهِ « - "da ewê ser hemî dîna bêxê" (Tewbe / 33, Feth / 38, Sef / 9) cihê çi şik û şubhan nahêlê. Her wiha Fussilet / 41 - 42 kerem dikê:

 وَإِنَّهُ لَكِتَابٌ عَزِيزٌ * لَا يَأْتِيهِ الْبَاطِلُ مِن بَيْنِ يَدَيْهِ وَلَا مِنْ خَلْفِهِ تَنزِيلٌ مِّنْ حَكِيمٍ حَمِيدٍ

Ev ayet delalet dikê ku qet çi caran Qur’ana pîroz durustî û mu\'teber bûna xwe ji dest nadê, evahe jî delîlek e li ser daimî bûna Islamê. Xêncî ji vê jî delîlên xatemî ya Pêxember (s) (ku di dersek dî da wê jê bê xeberdan) evê çendê ronahî dikê ku ev dîn qet ne mumkin e pê hatina şerî\'eta pêxemberek dî nesx bibê.

Her wiha gelek riwayet û hedîs bi vê me\'nê gehane destê me ku: "helal--u Muhemmed-in helalun ila yewm-il qiyame we heramuhu heram-un ila yewm-il qiyame" yanî: "ya Pêxember helal an heram kirî, heta roja qiyametê dewam dike."[11] Xêncî ji vê jî daimî bûna Islamê wek cihanî bûna wê ji lazimî yên vî dînê pak e û xêncî ji delîlên heqaniyeta Islamê, ne muhtacê çi delîlê dî ye.

Rakirina çend şubhan

Dijminên Islamê ku li pêşî girtina li pêşketina Islamê digerin û vê derheqê da pir dixebtin, pê çêkirina şik û şubhan wiha berve davêjin ku dînê Islamê taybetê xelkê \'Erebistanê bûye û li beraberê xelkê dî de çi berpirsyarî tune.

Hinek ji wa ayetên ji vê meselê ra xwe pê digirin, ew ayet in ku fermana hidayeta mirov û nêzîkên pêxember didin pêxember an dibêjinê ehlê Mekkê û dorûberê wê hidayet bike (Şu\'era/ 214, En’am/ 92 , Şûra/ 7 , Secde/ 3‌ , Qeses/ 46 , Yasîn/ 5 – 6).

Her wiha "Maide/69" ku piştî işare kirina bi Yehûdî û Sabi\'î û Nesraniyan pîveka bexteweriya mirov di îman û \'emelê qenc da hesab dikê û navekî ji Islamê ku şer bê ji bextewerî û se\'adetê ra nabê.

Xêncî ji vê jî di fiqha Islamî da ehlê kitêb gel muşrikan beraber nehatine girtin, belkî pê dana cizîyê (şûna xums û zekata ku musilman didin) êmnahiya wan di hukmeta Islamî da tê parastin û dikarin bi şerî\'eta xwe û hukmên wê \'emel bikin û evahe nîşan e ji wî qasî ra ku ev dîn bi resmiyet hatine nas kirin.

Di cewabê da gereke bê gotin: ayetên ku behsa famîl û eqreba yên pêxember û ehlê Mekkehê dikin, derheq merhele û mertebe yên gazî ya pêxember da ne (s) ku ji mirovên wî yên nêzîk destpê dikê, piştî wê dor digehê ehlê Mekkehê hemîyê û dorûberê wî û di pey ra dewam dikê heta hemî cihaniyan li ber xwe bigirê. Mirov nikarê bêjê ev ayet mexsûsê ayetên cihanî bûna risaleta pêxember in (s), çimko xêncî ji vê ku rengê texsîsê bi va ayeta ve nîne; eger muxesss bê, hingê texsîsa «ekser» çêdibê ku di \'urfa \'uqela de nayê qebûl kirin.

Û ayeta 69 ya sûretê Maide jî li pey vê çendê ye ku bêjê munteseb bûna bi dînekî ji van dînan tenê ji gehana bexteweriya heqîqî re, ne bes e; belkî sebebê se\'adet û bextewerîyê, îmana durust û pêk anîna birpirsyariya ye ku Xudê bende yên xwe mesûl kirine ji pêk anîna wan ra. Û gorekî delîlên cihanî û ebedî bûna Islamê sabit dikin berpirsyariya herkesî piştî hatina pêxember (s) \'emel kirina bi ehkamê vî dînî ye.

Lê vêca seratiya ku di Islamê da ji ehlê kitab ra li ser muşrika hatî me\'lûm kirin ne bi vê me\'nê ye ku ew ji qebûl kirina Islamê di \'emelên bi hukmê wê, ne berpirsyar in; belkî di heqîqet da zêdahî ya dinyayî ye ku ji ber hinek meslehetan ji wan re hatiye dayîn. Û di nezera Şî\'an da ev ne daimî û ji zemanekî ra hatiye vebirîn û li zemanê hatina Imam Mehdî da (s) wê hukmê paşîn derheq wan da bê dayîn û wek kafirên dî wê digel wan jî me’emilet bê kirin. Û çêdibê ev gotin ji: "لِيُظْهِرَهُ عَلَى الدِّينِ كُلِّهِ - da ewê ser hemî dîna bêxê" (Tewbe/ 33, Feth/ 38, Sef/ 9» bê istifade kirin.

[1] - Nivîsokên Pêxember (S) di kitêbên mu\'teber d‌a sebt Bûne û di kitêbên musteqil f‌a jî hatine nivîsîn wek : Mekatîb-ur Resûl.

[2] - Beqere/ 21 , Nisa/ 174 , Fatir/ 15 = يَا أَيُّهَا النَّاسُ أَنتُمُ الْفُقَرَاء إِلَى اللَّهِ وَاللَّهُ هُوَ الْغَنِيُّ الْحَمِيدُ.

[3] - E’raf/ 26, 27 , 28 , 3‌1, 3‌5, Yasîn/ 60

[4] - Beqere/ 185 , 187 , Alê ‘Imran/ 13‌8 , Ibrahîm/ 1, 52 , Casiye/ 20 , Zumer/ 41 , Nehl/ 44, Kehf/ 54 , Heşr/ 21 = لَوْ أَنزَلْنَا هَذَا الْقُرْآنَ عَلَى جَبَلٍ لَّرَأَيْتَهُ خَاشِعًا مُّتَصَدِّعًا مِّنْ خَشْيَةِ اللَّهِ وَتِلْكَ الْأَمْثَالُ نَضْرِبُهَا لِلنَّاسِ لَعَلَّهُمْ يَتَفَكَّرُونَ.

[5] - En\'am/ 90 , Yûsuf/ 140 , Sad‌/ 87 , Tekwîr/ 27 , Qelem/ 52 = وَمَا هُوَ إِلَّا ذِكْرٌ لِّلْعَالَمِينَ.

[6] - Nisa/ 79 , Hecc/49 , Sebe/ 28 = وَمَا أَرْسَلْنَاكَ إِلَّا كَافَّةً لِّلنَّاسِ بَشِيرًا وَنَذِيرًا وَلَكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَ.

[7] - Enbiya/ 107 , Furqan/ 1 = تَبَارَكَ الَّذِي نَزَّلَ الْفُرْقَانَ عَلَى عَبْدِهِ لِيَكُونَ لِلْعَالَمِينَ نَذِيرًا.

[8] -- قُلْ أَيُّ شَيْءٍ أَكْبَرُ شَهَادةً قُلِ اللّهِ شَهِيدٌ بِيْنِي وَبَيْنَكُمْ وَأُوحِيَ إِلَيَّ هَذَا الْقُرْآنُ لأُنذِرَكُم بِهِ وَمَن بَلَغَ أَئِنَّكُمْ لَتَشْهَدُونَ أَنَّ مَعَ اللّهِ آلِهَةً أُخْرَى قُل لاَّ أَشْهَدُ قُلْ إِنَّمَا هُوَ إِلَـهٌ وَاحِدٌ وَإِنَّنِي بَرِيءٌ مِّمَّا تُشْرِكُونَ.

[9] - Alê ‘Imran/ 65 , 70 , 71 , 98 , 99 , 110 , Maid‌e/ 15 , 19 = يَا أَهْلَ الْكِتَابِ قَدْ جَاءكُمْ رَسُولُنَا يُبَيِّنُ لَكُمْ عَلَى فَتْرَةٍ مِّنَ الرُّسُلِ أَن تَقُولُوا مَا جَاءنَا مِن بَشِيرٍ وَلاَ نَذِيرٍ فَقَدْ جَاءكُم بَشِيرٌ وَنَذِيرٌ وَاللّهُ عَلَى كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ.

[10] - Tewbe/ 3‌3‌ , Feth / 3‌8 , Sef/ 9 = هُوَ الَّذِي أَرْسَلَ رَسُولَهُ بِالْهُدَى وَدِينِ الْحَقِّ لِيُظْهِرَهُ عَلَى الدِّينِ كُلِّهِ وَلَوْ كَرِهَ الْمُشْرِكُونَ.

[11] - Kafî/ c. 1 , s. 57 , c. 2 , s. 17. Bihar/ c. 2 , s. 26 , c. 24 , s. 288. Wesail-uş Şî\'e / c. 18 , s. 124. حلال محمد حلال الی یوم القیامة و حرامه حرام الی یوم القیامة