Languages فارسی English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsch español فارسى درى РУС
Scroll down
Exlaq

GAVA EWIL BONA PAQIJKIRINA NEFSÊ

2016/07/02

GAVA EWIL BONA PAQIJKIRINA NEFSÊ

Heta kengê hûn dixwazin li nav xewa bêxeberî û xefletê da bimînin? Heta kengê di nav fesadî û xirabîyê da noqî bimînin? Ji Xwedê bitirsin; xwe ji dûhatên kar û baran bi­parêzin; ji xewa bêxeberîyê rabin; hûn hîna jî hişyar nebûne, hîna hûn gava yêkemîn jî neavêtîye.

Gava ewil li sulûk û hereketê da “yeqze – hişyar bûn” e. Lê hûn hîna jî di nav xewê da ne; rast e ku çavên we vekirîne lê dilê we li nav xewê da ye.

Eger ku dilê we li nav xewê da nebûya û eger ku dilê we ji ber zehfîya gunehan reş û zengar girtî nebûya, wisa xwemsar û dilgerm û rehet we dewam nedida kiryara xwe yên nebaş û gotinên kirêt.

Eger ku we hinekê li bara axiret û tirsehêzîya dûhatên kiryarên kirêt û nebaş fikr bikira, we erk û wezîfa ku li ser milê we da ye girîng dihesiband. Ji bo we ra cîhaneke din jî heye me’ad û qîyametek jî ji we ra heye (hûn ne wek heyî û mewcûdên dî ne, ku vegerîn ji wan ra tune); çima hûn hişyar nabin û ji vê yekê dersê nagirin? Çima hûn wisa xemsar kiryarên pîs û kotî cî tînin û xeybeta birayên xwe yê Musil­man dikin; çima gohê xwe didin xeybetan?

Gelo hûn dizanin zimanê ku ji bo xeybetê dirêj be li roja qiyametê li bin lingê yên din da tê kutanê. Gelo hûn dizanin ku: “Xeybet, pêxwarina se û kûçikên dûzexê ye”. [1]

 Gelo hûn dizanin ku van nekokîyan, gewezetiyan, bexîltîyan, reşbînîyan û qurebûnan çiqasî dûhatên wan yên xirab û nebaş hene? Gelo hûn dizanin ku sernivîsa van kiryarên pest û heram cehnem e û Xwedê nekirî dibe sebebê daketina di agirê cehnemê? Xwedê neke ku nexweşîya mirov bêderd û bêy êş be; ew nexweşîya ku derdê wê hebe. mirov neçar dike ku mirov bi dû dermanê wê bikeve û serî li duxtor û nexweşxanê bide. Lê nexweşîya ku bêderd e gelekê bi xeter e. Mirov wê çaxê pê dihese ku êdî direng bûye. Eger ku nexweşîyên derûnî (pîskolojîk) derdê wan hebûya, dîsa baş bû, çimkî mirov neçar dibû ku bi dû dermanê wan bikeve; lê heyf û mixabin ku nexweşiyên hanê ku gelekê bi xeter in bêderd in. Nexweşîya qurebûn û her wisa nexweşîya ge­wezetîyê her du jî bê derd in.

Gunehên din bê vîya ku biêşênin û derdê wan hebe, dil û rûhê mirov rizî dikin û hêdî hêdî jinav dibin. Ev cûre nexweşîyan ne tenê bêderd in, belkî di zahir da gelekî şîrîn û biçêj in; civînên ku têda xeybeta kesekî dikin gelekê germ û şîrîn in. Nefshezî û dinyahezî ku koka hemî guneha ne [2] jî biçêj in. Mustesqî, [3] ji vexwarina avê telef dibe; lê heta dawîn nefesa xwe, ji vexwarina avê tam û lezzetê werdigire.

Vêca dema mirov ji nexweşîyekê lezzet û tam girt û derdê wê jî tunebû, êdî mirov bi dû derman kirina wê naçe û her çiqas ku jê ra bêjin ‘ev nexweşîya henê gelekê tehlûke ye û wê te bikuje’ ew bawer nake.

Eger ku mirov bi nexweşîya dinyahezî û hewaperestîyê mubtela bibe û hezkirina dinyayê dora dilê wî bigire, êdî xêncî dinya ji her tişti bêzar dibe, -penah dibim bal Xwedê- û êdî dijatîya Xwedê û bende û pêxember û ewlîyayê Xwedê û melaîketên Xwedê dike, û rik û kîna wan dike dilê xwe; û çaxê ku li ser fermana Xwedê Te’ala melaîket ji bo standina canê wî tên, gelekê ji wan hêrs dibe; çimkî dibîne Xwedê û melaîketên Xwedê dixwazin wî ji hez kiriyê ber dilê wî yanê dinya cuda bikin û mumkin e ku digel dijminîya Xwedê ji vê dinya here. Yêkî ji giregirên bajarê ‘Qezwînê’ rehmeta Xwedê lê be – salix dida ku zilamek li halê mirinê bû ku ez li ser serê wî da hazir bûm. Li bihnên herî dawîya jiyana xwe da çavên xwe vekirin û ji min ra got: ‘Zulma ku Xwedê li min kir, kesekî nekiriye! Çimkî min pê tamil kirina zehmet û dijwariyan zarên xwe mezin kirine, lê niha Xwedê dixwaze min ji wan cuda bike’! Gelo zulmek ji vîya mezintir heye? Eger ku mirov xwe çêtir û isleh neke û dev ji vê dinya bernede û hezkirina wê ji dilê xwe dernexîne, tirsa vê yêkê heye ku li çaxê mirinê pê dilekî tijî ji kîna Xwedê û ewlîyayên Xwedê ji vê dinya here û sernivîsekî wiha li benda wî be. Gelo ev beşerê bêhefsar û hêç seratirînê heyî û mex­lûqatan e, yan jî şûmtirîn û şerrtirînê mexlûqata ye? “Wel’esr, înnel însane lefî xusr, îlle-l lezîne amenû we ‘emîlu-s salîhat-î we tewasew bîlheqq-î we tewasew bî-s sebr”. [4] Xwdê Te’ala li vê sûretê da tenê mirovên mu’min ku kiryarên baş pêk tînin awarte kirine, û kiryara baş ji wan kiryaran ra dibêjin ku bi rûhê mirov ra li hev werin, û hev bigirin. Lê tu dibînî ku gelek ji kar û kiryarên mirov bi cismê mirov ra hev digirin. Berçav girtinek jî li vê beynê da tune.

Eger qirar e ku hez kirina ji dunê û her wisa hez kirina ji daxwazên nefsa we li ser we da serdest bin û nehêlin ku hûn rastîyan fêhm bikin û kiryarên xwe li rêka Xwedê Te’ala da pêk bînin û ji berçav girtina heq û rastîyan û her wisa ji berçav girtina sebr û hedarê, we dûr bêxin û astengan li ser rêka hidayeta we da deynin, hingê hûn ketine di telka zerer û zîyanê da; hûn bûne zîyandîtîyê dinya û zîyandîtîyê axiretê; çimkî we cewanîya xwe ji dest daye û hûn ji ni’metên bihêşt û serpişkên axiretê bê par mane.

Yên din eger ku nikarin ji bihêştê behremend bibin û derîyên rehmeta Xwedê jî li ser wan da hatîye girtin û wê di agirê cehnemê da bişewitin, qe nebe dinyayek wan heye û ji serpişkên dunê behre werdigirin; lê hûn …

Hay ji xwe hebin ku hez kirina ji dunê û her wisa hez kirina ji daxwazên nefsa we li ser we da serdest nebin û karê we bigihêje wêderê ku şeytan karibe îmana we ji we bistîne.

Tê gotin ku hemû xebat û têkoşîna şeytan ev e ku îmana xelkê ji wan bidize. [5] Hemî hewil û xebatên di şev û roja şey­tan ji ber vê ye ku îmana mirov jê bidize.

Kesî belge nedaye ku îmana we dê sabit bimîne (kes bîme nekirîye). Mumkin e ku îmana we “mustewdi’ -emanet” [6] be û li dawîyê da şeytan îmana we ji we bistîne û hûn digel dijminîya Xwedê Te’ala û dijminîya ewlîyayên Xwedê ji vê dunê herin.

We li dirêjîya emrê xwe da ji ni’metên Xwedê Te’ala behre girt û hûn li ser sifreka Îmam Zeman (Xwedê zuhûra wî pêşda bêxe) da rûniştin û li dawiyê jî hûnê -Xwedê neke- bê îman û digel dijminîya Xwedê Te’ala ji vê dinya herin û bimirin!

Eger hûn hez ji dinyayê dikin, eger we peywendîyek digel dinya heye, bixebitin ku wê peywenda xwe qut bikin. Dinya digel hemî reng û bergê xwe yê zahirî ve tewşotir e ji vê yêkê ku were hez kirin, îca çi dor bigehê vê ku mirov seba xwatirê vê dunê xwe ji her tiştî bê par bike. Çi tiştê we ji dunê heye ku hûn dilê xwe pê girêbidin û jê hez bikin? Xêncî vê mizgeft û xwendingh û kuncê malê çi tiştekî we heye? Gelo ev karekî durust e ku hûn derheq mizgeftê bi hev ra rikberîyê bikin û pê çêkirina nekokîyan civakê fasid bikin?

Hetta eger ku hûn mîna ehlê dinya û dinyahezan dewle­mend bin û xweyê jîyanekî xweş û şîrîn bin û -Xwedê nekirî- tevayîya jîyana xwe li nav xwarin û vexwarinê da derbas bi­kin jî, li dawîya emrê xwe da hûnê bibînin ku jîyana we tenê wekî xewneke xweş bûye, lê dûhatên wê hertim pêsîra we digirin.

Ev cûre jîyana ku zûka derbas dibe û tenê ji rû ve şîrîn e li hemberê cezayê bê dawîyê axiretê çi erzişa wê heye?

Cezadana Xwedê Te’ala carina bê dawî ye. Ewên ku ji dinya hez dikin û xiyal dikin ku dinya xistine destê xwe û ji hemî tiştên dinyayê behremend in, gelekê şaş difikirin û di xefletê da ne. Her kes diwêje qey dinya hema ew e ku wî heye, her kes ji alî û hêla xwe li dinyayê dinêre û mêze dike. Ev dunya gelekê berfirehtir e ji wê ya ku mirov diwêje qey dest xwe ve anîye û girtîye bin bandora xwe.

Li riwayet û hedîsê da hatîye ku “ji çaxê ku Xwedê dinya afirandîye bi çavê rehmetê lê mêze nekirîye”. [7] Vêca gerek mirov bifikire kanê cîhana din ku Xwedê rehmeta xwe li ser da barandîye cîhanekî çawa ye? Ew “çavkanîya mezi­natî”yê ku Xwedê mirov ber bi wê vedixwîne çi ye û çawa ye? Beşer qet nikare tam û tekûz tê bigehêje ku çavkanîya mezinatiyê çi ye!

Eger ku hûn kiryarên baş cî bînin û niyeta xwe safî bikin, xweperestî û quretîyê ji dilê xwe derixin û bavêjin, derece û meqamên bilind û wala li hêvîya we da ne û ji we ra hene. Tevayîya dunê û tiştên di wê da li hemberê derece û meqamên ku ji bo bendeyên Xwedê ra hatîye berçav girtin gelekê bê erziş e. Bixebitin ku hûn wan derece û meqamên bilind bêxin destê xwe; û eger ku we karibû, xwe çêtir bikin û xwe pêşda bêxin heta wêderê ku êdî evan meqamên bala û dereceyên bilind jî bal we bêqîmet bin; û hûn bona bi dest anîna wan derece û meqaman îbadeta Xwedê nekin. Belkî ji ber vîya ku Xwedê hêjayê îbadet û mezinatîyê ye îbadeta Wî bikin; [8] û li ber Wî da secde bikin û serê xwe bitewînin û danin ser axê. Wê çaxê ye ku hûn “perdeya ronahî”yê did­irînin û digehin “çavkanîya mezinatî”yê.

Gelo hûn pê van kar û kiryarên ku cî tînin û pê vê rêka ku we girtîye ber xwe dikarin bigehêjine derece û meqamekî wiha? Gelo mirov bi hêsanî dikare xwe ji ‘ezaba Xwedê Te’ala rizgar bike an ji cezaya dijwar û agirê cehnemê bi­reve? Ma hûn ser vê bawerîyê da ne ku girîn û nalîna Îmamên me’sûm û nalîna Îmam Seccad (silava Xwedê lê be) ji bo danzanîn bûye û ji ber vê ku dixwestan yên din hîn bibin?! Ew digel derece û meqama xwe ya herî jorîn, dîsa ji tirsa Xwedê digirîyan; wan zanibû meşyana li rêka ku li ber wan da ye çiqas dijwar û tehlûke ye. Ew ji pirsgirêk û dijwarî û zehmetîya derbasbûna ji pirra ‘siratê’ ku alîyek wê dinya û alîyê din axiret e û ji nav cehnemê re derbas dibe, agahdar bûn û haya wan ji alema gor û qebrê, berzex û cîhana piştî mirinê, qiyamet û dûhatên wê yên tirsehêz hebû; loma ew tu çaxê aram û li ser hemda xwe nebûn û her tim ji ber tirs û xofa cîhana axiretê diketine bin sîber û sitara Xwedê Te’ala û penah dibiran bal Wî.

We ji bo van dûhatên tirsehêz û dijwar çi karek cî anîye û gelo hûn li fikra rizgar kirina xwe da ne yan na? Hûn kengê dixwazin xwe çêtir û isleh bikin? Roja îro ku hûn cewan in û hêz û quweta we ya cewanîyê heye û hûn li ser hêz û quwetên xwe da serdest in, eger ku li fikra çêtir kirina xwe da nebin çawa dikarin li dema pîr bûn û kal bûnê da ku quweta we la­waz dibe û barê gunehên we jî zêde dibe xwe çêtir û isleh bi­kin?! Her nefesa ku hûn dikişînin, her gava ku hûn davêjin û her dem û gava ku emrê we derbas dibe çêtir kirin û isleh kirin jî dijwartir û zehmettir dibe û her çiqas ku emrê mirov jorda diçe ev kar û barên ku li dij bextewerîya mirov da ne, zêde dibin û quweta mirov jî kêmtir dibe; vêca çaxê ku hûn kal û pîr bibin, êdî gelekê çetin e ku hûn karibin xwe çêtir û isleh bikin û qencî û teqwayê werbigrin û êdî nikarin tobe bikin; çimkî tobe tenê pê gotina peyva “etûbu île-llah” pêk nayê, tobeya ser devkî û pê gotinê tinê, qebûl nabe; puşmanî û vîyana ser terk kirinê pêdivê ye. [9] Puşmanî û biryar girtina ji terkandina gunehan ji bo wan kesên ku pêncî yan heftî salan temenê xwe bi gotina derew û xeybetê ve derbas bûye û ser û rûyê xwe li nav gunehan da sipî kirine, pêk naye. Mi­rovên wisa heta dawîya emrê xwe jî nikarin li xwe bizivirin û her mubtela dimînin.

Yên cewan bila rûnenin ku ser û rûyê wan pê toza pîratîyê gewr û sipî bibe (em pîr bûne û bi derd û dijwarîya pîratîyê dizanin), hûn heta çaxê ku cewan in dikarin karekî bikin, Hetanî ku we hêz û vîyana xortanîyê hebe, hûn dikarin hewa û hewesên nefsanî, lezzet û çêjên dinyayî û xwestekên hey­wanî ji xwe dûr bikin. Lê eger ku hûn li cewanîyê da li fikra çêtir kirin û isleh kirina xwe da nebin, êdî li gava pîr bûn û kal bûnê da nekar dibin; hetanî ku hûn xort in, nehêlin ku pîr­bûn û kal bûn we rizî bike.

Dilê ku cewan e gelekê pak û letîf e û fesad nikare têkeve nav re; lê her çiqas ku temenê mirov jorda here koka gunehan li dilê mirov da qahîmtir dibe. Vêca kar dighêje wê derê ku mirov nikare koka gunehan ji dilê xwe jê ke.

Çawa ku li riwayet û hedîsan da hatîye gotin ku dilê mirov li destpêkê da mîna neynikekê saf û ronak e; û pê her gunehê ku mirov pêk bîne xaleke reş li ser dilê mirov da zêde dibe. [10] Heta wê derê ku dilê wî reş dike û mumkin e şev û roja xwe li nav gunehan da derbas bike û çaxê ku pîr bû êdî nikare dilê xwe vegerîne ser rewşa berê.

Eger ku -Xwedê nekirî- we xwe çêtir û isleh nekir û bi dilên reş û bi çav û guh û zimanên pê guneh alûde bûyî ji vê dunê çûn, hûnê çawa herine cem Xwedê Te’ala?

Van emanetên Xwedê Te’ala ku paqij û salim sipartibûne we, hûnê çawa alûde û qirêj bûyî vegerînin bal Wî ve. Ev çav û guhê we, ev dest û zimanê we ku hemû li bin fermana we da ne, ev qet û lebatên ku hûn pê dijîn, hemû emanetên Xwedê ne ku bi awayek pirûpak û salim radestê we bûne; eger ku hûn pê van emanetan gunehekê pêk bînin êdî ew qirêj û alûde dibin û eger ku karên heram pê wan pêk bînin; ew pest û rezîl dibin; û çaxê ku hûn bixwazin van emanetan bizivirînin, mumkin e ji we were pirsyar kirin kanê resma emanetdarîyê wisa ye? Gelo me ev emaneta wisa dabû we? Gelo dilê ku me dabû we, wisa bû? Gelo çavê ku me sipartbû we, wisa bû? Gelo endam û qetên cismê we ku me dabûn we, wisa qirêj û alûde bûn? Hûnê li bersîva van pirsan da çi bêjin? Pê van xîyanetên ku we li van emanetên Wî da kirine, hûnê çawa Xwedê bibînin?

Hûn xort û cewan in; we cewanîya xwe li vê rêkê da der­bas kir, li halekî da ku qet li ser qazanca we nîne; eger ku hûn van dem û gavên binirx û erziş û bihara ciwanîyê li rêka Xwedê û armanceke pîroz û dîyar kirî bi kar bigirin, we zirar nekiriye; belkî hem dunê û hem jî axireta we dabîn e. Lê eger ku rewşa we bi vî cûreyî ku niha dîyar e derbas bibe, we ce­wanîya xwe telef û helak kirîye, emrê xwe bêhûde derbas kiriye û li cîhana din û li pêşberê Xwedê Te’ala hûnê bi awayekî çetin û dijwar cezaya wê bibînin. Helbet siza û cezaya van cûre kar û kiryarên we tenê li cîhana din da pêk nayin, belkî li vê dunê jî hûnê rastî pirsgirêk û dijwarî û derd û gîrûgiriftên cûrbicûr bin û hûn li vê dunê da têkevine nav gerava rojreşiyê da.

[1] - Parek ji şîretên Imam ‘Elî (selama Xwedê li ser be) ji bo “Nûfê Bukalî” ye ku wiha kerem kirîye: «إجتَنِب الغِيبةَ فَإنّها إدامَ كِلابِ النّار» - “Xwe ji paşbêjî û xeybetê dûr bigire, çimkî ew nan û pêxwarina se û kûçikên li dûzex û dojê ye”. (Wesa’il-uş Şî’e, c. 8, r. 600, v. “Kîtab-ul Hecc”, p. “Ebwab-u Ehkam-il ‘Işre”, p. 152, h. 16.

[2] - Ji Îmam Sadiq (selama Xwedê li ser be) hatîye riwayet kirin ku kerem kir: رأسُ كُل خَطيئةٍ حُبُّ الدنيا» - “Dinyahezî, koka hemî gunehan e”. (Usûlê Kafî, c. 4, r. 2, v. “Kîtab-ul Îman we-l Kufr”, p. “Bab-u Hubb-ud Dunya we-l Heres-u ‘eleyha”, h. 1; Usûlê Kafî, c. 3, r. 197, v. “Kîtab-ul Îman we-l Kufr”, p. “Bab-u Zemm-ud Dunya we-z Zuhd-u Fîha”, h. 11; Bihar-ul Enwar, c. 70, r. 1, û c. 74, r. 178.

[3] - ‘Mustesqî’: Kesê ku bi nexweşîya ‘istisqayê’ ketîye ku her kes bi vê nexweşîyê bikeve avê zêde dixwaze û herçiqas vexwe têrav nabe. Bnr. Ferhenga Farsî ya ‘Mu’în’ li bin bêjeyên ‘Mustesqî’ û ‘Istisqa’.

[4] - “Sond bi ‘esr (û zeman) ku însan li ser zîyan û zirarê ye; xêncî ew kesên ku îman anîne û kiryarên baş û qenc pêk tînin; û hevdu ber bi heq û berxwedan û hindamê (sebrê) de’wet û gazî dikin”. (Sûretê ‘Esr)

[5] - Di Qur’anê da: « قالَ فَبِما أغوَيتَنِي لَأَقعُدَنَّ لهم صِراطَكَ المستقيم.» - “Şeytan got; çimkî Te serî li min gerand (û Te ez ji rêşaş kirim), ez jî bendeyên Te ji rêka rast dertêxim (û ji wan re dibim asteng)”. (Sûretê E’raf ayeta 16). Li tefsîra ‘Elîyê korê Ibrahîm da li bin ayeta 17 ji sûretê E’raf da hatîye ku: ‘Eger mirov rêrast bin û di wê rêkê da bimeşin, şeytan dixebite ku ewa ji rêka dînê derbixe û derîne”. (Tefsîra Elî ibnê Ibrahîm, c. 1, r. 224; Tefsîra Burhan, c. 2, r. 5).

[6] - Li gora riwayetên ku ji zarê Ehlê Beyta Pêxemberê hêjayê Îslamê li ser ayeta 98 ya sûretê En’amê da (Femusteqerrun we mustewde’un), hatine gotin, îmana mirov bi du pişkên ‘sabit’ û ‘emanet’ parve bûye. Ji bo mînakê Muhemmedê korê Fuzeyl ji zarê Hezretê Mûsa ibnê Ce’fer (s) dibêje, wî hezretî kerem kir:

ما كان مِن الإيمان المستقر فَمُستَقر، إلي يوم القيامه (أَو ابدا) و ما كان مُستَودِعا سَلَبَه الله قبلَ الممات.

‘Ewa ku ji îmana ‘musteqer - sabit’ be heta roja qîyametê (yan jî cawîdan) dimîne û ewa ku li rêza îmana ‘mustewdi’ – emanet’ da be Xwedê berî mirinê wê distîne. (Kitêba ‘Tefsîra ‘Eyyaşî’, c. 1, r. 401).

Li Nehc-ul Belaxe da jî hatîye:

فَمِنَ الاِْيمَانِ مَا يَكُونُ ثَابِتاً مُسْتَقِرّاً فِي الْقُلُوبِ، وَمِنْهُ مَا يَكُونُ عَوَارِىَ بَيْنَ الْقُلُوبِ وَالصُّدورِ، إِلَى أَجَل مَعْلُوم.

Şiklek yê îmanê sabit e û li dilan da cîgir bûye, şiklek jî li nav dil û sing da emanet e û ne cî girtî ye, heta wî wext û zemanê ku jê re hatî deynan (heta mirinê). (Nehc-ul Belaxe, x. 231).

[7] - Metn û nivîsarê riwayetê wiha ye:

فَما لَها عِندَ الله (عزّ و جلّ)  قَدرٌ وَ لا وَزنٌ؛ وََ لا خَلَقَ فِيما بَلَغَنا خَلقاً أَبغَضَ إلیه منها؛ وَ لا نَظَرَ إلَيها مُذ خَلَقََها.

‘Dinya li cem Xwedayê Ezîz û Celîl da gelekê bê erziş û bê qîmet e, û li nav aferîde û heyîyên ku Xwedê Te’ala ew afirandine, em pê hesîyane ku tu tiştekî tune ku bi qasî dinya li cem Xwedê bê erziş be. Ji çaxê ku Xwedê dinya afirandîye bi çavê rehmetê lê mêze nekirîye. (Bihar-ul Enwar, c. 70, r. 110, v. ‘Kîtab-ul Îmanê we-l Kufr’, p. 122, h. 109).

[8] - Ji zarê Îmam Sadiq (silava Xwedê lê be) wiha riwayet bûye:

العبادةُ ثلاثةٌ: قَومٌ عبدوا الله (عزّ و جلّ) خوفاً، فتلك عبادةُ العبيد؛ و قومٌ عبدوا الله تبارك  و تعالي طلبَ الثواب، فتلك عبادةُ الأجَرآء؛ و قومٌ عبدوا الله (عزّ و جلّ) حُباً، فتلك عبادةُ الأحرار؛ و هي أفضلُ العبادة.

“Perestin û îbadeta Xwedê bi sê awayan pêk tê: Komek ji cima’etê ji ber tirs û xewfê îbadeta Xwedê dikin ku ev perestina ya bende/koleyan e, komek jî bona bi dest anîna sewab û xelatê îbadeta Xwedê Te’ala dikin ku ev cûre perestina ya kirêgirtîyan e, û gurûpek jî bi dil û can û ji ber ku hez ji Xweda dikin, Xwedê diperêsin û îbadeta Wî dikin; ku ev perestin ya mirovên camêr û azade ye; ku ji hemî cûreyên îbadet û perestinê seratir e. (Kitêba ‘Wesa’il-uş Şî’e, c. 1, r. 45, v. ‘Ebwab-u Muqeddîmet-ul Îbadat’, p. 9, h. 1; Usûlê Kafî, c. 3, r. 131, v. ‘Kîtab-ul Îmanê we-l Kufr’, p. ‘Îbadat’, h. 5).

[9] - Îmam ‘Elî (silava Xwedê lê be) wiha kerem dike:

إنَّ الاْسْتِغْفَارَ دَرَجَةُ الْعِلِّيِّينَ، وَ هُوَ اسْمٌ وَاقِعٌ عَلَى سِتَّةِ مَعَان: أَوَّلُهَا: النَّدَمُ عَلَى مَا مَضَى. وَ الثَّانِي: الْعَزْمُ عَلَى تَرْكِ الْعَوْدِ إِلَيْهِ أَبَداً ...

Istixfar, merteba wa yên bilindmertebe ye, ew kelîmeyeke lê şeş me’ne û merhelên wê hene: Ya ewil pûşmanî ya ji ber zemanê borîyî, ya duwê biryar dan li ser vê çendê ku êdî qet lê nezivire ...” (Nehc-ul Belaxe, r. 1281, ‘hikmeta 409’. Û ji ber lêkolîn û zanîna pitir derheq tobe da binêrin ‘Şerha çil hedîs’ ya Îmam Xumeynî, hedîsa 17.)

[10] - Ji Îmam Baqir (selama Xwedê li ser be) wiha hatîye gêran û neql kirin ku kerem kir:

«ما من عبد إلا و في قلبه نكتة بيضاء، فإذا أذنب ذَنبا خَرجَ في النكتة نكتة سوداء، فإن تابَ ذَهَبَ ذالك السواد و إن تمادي في الذنوب، زاد ذالك السواد حتي يُغَطّي البياض فاذا تغطي البياض لم يرجع صاحبُه الي خير ابدا ...»

“Dilê hemî bendeyên Xwedê sipî ye, lê çaxê ku gunehek pêk anîn, xaleke reş têda peyda dibe; bes eger tobe bike ew xala reş ji nav diçe, lê belê hê eger li ser gunehan berdewam be ew li ser wê xalê reş zêde dibe û ewqasî zêde dibe ku her derê dilê wî digire ber xwe û ser sipîkê dilê wî digire, xwedîyê dilekî wiha tu çaxê venagere ser qencî û başîyê. (Kitêba Usûlê Kafî, c. 3, r. 274, v. ‘Kîtab-ul Îmanê we-l Kufr’, p. ‘Zunûb’, h. 20).