Languages فارسی English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsch español فارسى درى РУС
Scroll down
Bîr û Bawerî

Koma Ce'feriyye ya Imamiyye (2)

2016/01/26

Koma Ce'feriyye ya Imamiyye (2)

11- Û li ser vê bawerîyê ne ku, dema wextê ji dinya çûna Pêxemberê Xwedê hezretê Muhemmed (s.e.a) nêzîk bû, 'Elî yê korê Ebû Talib ji xelîfetiya paş xwe ra û ji imametiya Muslimanan ra danî, da ku pêşkarî ya wan ya siyasî bikê û ji alîyê fikrî ve ewa rêrast bikê û muşkilên wan çareser bikê û jinav bibê, û dest bavêjê terbiye û gihandina wan. Ev jî bi des­tûra Xuda bûye ku di axirîka temenê wî da û di heca wî ya dûmahîkê da li ciyekî bi navê «Xedîrê Xum»ê jê ra hatiye ragehandin, ewî ev destûr di nav komekî mezin ji Muslimanan ragihand ku digel wî (s.e.a) çûbûn hecê, û gorekî hinek riwayetan zêdetirê ji sed hezar kesa bûn. Û vê derheqê da gelek ayet hatin xwarê.[1]

Her wiha hingê Pêxember (s.e.a) ji xelkê xwest ku pê dest danîna ser destê hezretê 'Elî, bey'etê digel wî bikin, vêca ewa ku giregirên muhacir û ensaran li pêşiya wan da bûn digel wî bey'et kirin (binêrin: el- Xedîr, ya pir zana Emînî, ku vê derheqê da gelek gotin ji serkanîyên Îslamî ji kitêbên tefsîr û tarîxan gêrane û neql kirine).

12- Û baweriya wan ev e ku, piştî Resûlê Xwedê hezretê Muhemmed (s.e.a) li ser imam ew kar ferz û lazim in ku Pêxember (s.e.a) pê radibûya û dikira; karên wek: pêşkarî û rêrast kirinê; û terbiyet û 'elimandinê; û ronahî kirina hukmên şerî'etê; û rakirina muşkilên fikrî yên asê û bi zehmet; û derman kirin û çare dîtina ji kar û barên muhim û girîng yên civak/komelê. Çiko ev karên he piştî Pêxember (s.e.a) hêviya imam û xelîfê paş wî ve ye, lazim e ew imam bi awayek wereng bê ku xelk baweriya xwe pê bênin û pişta xwe pê girêdin, da ji ummetê ra pêşkarîyê bikê û ewa bi alîyê selametîyê ve bibê. Vêca nixwe şirîkê Pêxember e di kêr hatin û sifeta da (û xwe parêzî û zanîna berfreh jî ji wan sifeta ye). Çiko wehy û pêxemberî jê der, wekî dî di kêr hatin û berpirsiyariya da (mesûliyet) şirîk e digel wî. Lê di wehy û pêxemberîyê da ne şirîkê wî ye çiko pêxemberî pê hezretê Muhemmedê korê 'Ebdullah (s.e.a) xilas bûye û gihaye dûmahîkê, vêca ew xatem û xilaseka pêxembera ye û dînê wî xilaseka dîna ye û şerî'eta wî axirîka şerî'eta ye û kitêba wî (Qur’an) axirîn kitêb e, û tu Pêxember piştî wî nînin û tu dîn piştî dînê wî tunînin û di pey şerî'eta wî ra qet şerî'et nînin. Di vê behsê da Şî'a gelek kitêb û nivîsok hene ku bi awa û şiklên cûrbicûr li ser vê meselê xeberdan ki­rine.

13- Û li ser vê bawerîyê ne ku ihtiyac û ni­yaza ummetê bi pêşkarê rênas û imamê bê goneh dikê lazimê xwe ku çênabê hema Imam 'Elî tinê ji xilafet û imameta paş Pêxember ra (s.e.a) were danîn, belkî lazim e ev pêşkariya henê dewam bikê û ji zemanek dirêj ra bimînê, heta Îslam reh û rîşên xwe bavêjê û esas û binyatên şerî'etê bên parastin û ruknên wê di beraberê xeterên ku gefa dikin li bawerîyên dînî û Xudayî qahîm bibin; û da kiryar û gotinên wan di dem û zemanên ne wek yêk da hemî li ser hev bibê berhevokek 'ilmî ya baş û bernameyek berketî ji ummeta Îslamî ra ji zemanên paşvetir ra.

14- Û baweriya wan ev e ku Resûlê Xwedê hezretê Muhemmed (s.e.a) ji ber vê yêkê û ji ber şehrezatiyek bilind, bi destûra Xwedê piştî hezretê 'Elî yazdeh imam kifş kirin ku digel wî dibin duwazdeh imam. Evênhe hema ew duwazdeh imam in ku “Sehîha Buxarî” û “Sehîha Muslim” işare kirine bal êjimar û qebîla wan ve (12 xelîfe, Qureyşî) herçend ji nav û taybetîyên wan behs nekirine. Eva her du sehîhan bi çend gotina ji Pêxember (s.e.a) wiha riwayet kirine: “Heta ku duwazdeh emîr / xelîfe ku hemî ji Qureyş in, hebin wê dîn berdewam / rawestayî / qahîm û xurt bimînê. (Di hinek kitêba da jî şûna Qureyş da «Benî Haşim» hatiye. Her wiha di kitêbên şi'r û feza’il û menaqiban da navê wa jî hatiye).

Û ev hedîs herçend deqedeq li ser duwazdeh imaman ku hezretê 'Elî û yazdeh kes ji zarokên wî ne, ne delîl in; lê belê xêncî li ser baweriya Şî’ên Ce’ferî rêk nakevin û çi şîrove kirinên durust ji gotina wan pêve vê derheqê da mirov nikarê peyda bikê (binêrin: kitêba «Xulefa-un Nebî» ya Ha’irî yê Behranî).

15- Û baweriya Şî’ên Ce’ferî ew e ku duwazdeh imam ev in:

Imam 'Elî yê korê Ebû Talib (kormamê Pêxember (s.e.a) û zavayê wî, zelamê Fatima Zehra (s).

Imam Hesen û Imam Huseyn (du korên hezretê 'Elî û hezretê Fatima Zehra, du ewladên Pêxember (s.e.a).

Imam Zeyn-ul 'Abidîn, 'Elî yê korê Huseyn (Seccad).

Imam Muhemmedê korê 'Elî (Baqir).

Imam Ce’ferê korê Muhemmed (Sadiq).

Imam Mûsa korê Ce’fer (Kazim).

Imam 'Elî korê Mûsa (Riza).

Imam Muhemmed korê 'Elî (Cewad, Teqî).

Imam 'Elî korê Muhemmed (Hadî, Neqî).

Imam Hesen korê 'Elî ('Eskerî).

Imam Muhemmed korê Hesen (Mehdî yê mew'ûdê muntezer) selamên Xwedê li ser hemîyê wa bin. [2]

Û baweriya wan ev e ku evênhe Imamên Ehlê Beytê ne ku Resûlê Xwedê hezretê Muhemmed (s.e.a) bi emrê Xwedê ew ji pêşkêşiya ummeta Îslamê ra danîne, ji ber ku parastî û pak û paqij in ji xeletî û gonehan; û ji ber ku ew in xweyê zanîna berfireh ku kalkê wan (ceddê wan) ji wan ra mîras hiştî; û des­tûra hejê kirina wan û pey ketina wan dayî; hingê ku Xwedê kerem kirî:

“Qul la es’elukum ecren îlle-l meweddet-e fî-l qurba” = “Ey Pêxember, bêje: Ez çi kirê (ucretê) ji we naxwazim li ser risaleta xwe, xêncî ji hez kirina ji mirovên min yên nêzîk”. [3]

Û kerem kiriye: “Ey gelî kesên we bawerî anîyî, hay ji navbeyna xwe û Xwedê hebin û digel rastan/rastbêjan bin”.[4] “Ya eyyuhe-l lezîne amenû! Îttequ-llahe we kûnû me’e-s sadiqîn”.

Vê derheqê da binêrin kitêbên hedîs û tefsîr û sihahan.

16- Û Şî’ên Ce’ferî li ser wê bawerîyê ne ku ev imamên pak û paqij, ewên ku di tarîxê da çi goneh û şimitîn di gotin û kiriyarê da li ser wan nehatîye nivîsîn, pê zanînên xwe yên pir ji ummeta Îslamî ra xizmet kirine û di behsên 'eqîde û fiqh û exlaq û adab û tefsîr û tarîx û ... pê wê zanîna xwe ya kûr û dîtina xwe ya durust ferhenga ummetê dewlemend (zengîn) kirine. Û her wiha bi gotin û kiryarên xwe birrek ji jin û zelamên berketî û qenc û baş terbiyet kirine û gihandine, ew kesên her kesî ji başî û zanîn û xweş exlaqiya wan axifitîye.

Û bi bawer in ku herçend ew ji pêşkêşiya wan ya siyasî hatine paşda dan, lê belê ewa berpirsyarî û mesûliyeta xwe ya fikrî bi baştirîn şikl eda kirine û pêk anîne; çiko ewa ruknên bawerîyê û sitûnên şerî'etê ji xeteran parastine.

Û eger ummetê rê ya wan vekira û mecal bida wan ku berpirsyariya xwe ya siyasî ku Pêxember (s.e.a) bi destûra Xwedê Te'ala ew dabû wan bi cî bînin û pêve mijûl bibin, bê şik wê ummeta Îslamî bigiha bextewerî û 'ezîzî û mezinahî ya xwe ya temam; û wê berdewam bûya li ser hevgirtin û tifaq û yêkîtiya xwe ku qet cidahî û ixtilaf û cirrekêş naketa nav wan û naketan canê hev û hev nedikuştan û kêmî û zelîlî ser wan da nedihat.

Vê derheqê da binêrin kitêba: «el- Imam Sadiq we-l Mezahib-il Erbe’e», ya Esed Heyder, ku di 3 cilda da hatiye nivîsîn.

17- Ji ber vê yêkê û ji ber delîlên zehfî yên dî yê 'eqlî û neqlî ku di kitêba da hatiye gotin, ew li ser vê bawerîyê ne ku pey ketina Ehlê Beytê lazim e û gereke mirov li ser rêka wan biçê; çiko ew e rêka ku Pêxemberê Xwedê (s.e.a) ji ummetê ra kêşayî û wesiyet kirîye ku bi wê rêkê ve biçin, çewa ku di hedîsa mutewatira ‘Seqeleyn’ da hatî, kerem kiriye: “Innî tarik-un fîkkum-us seqeleyn, kîtabe-llahî we ‘itretî ehlî beytî, ma în temessektum bîhîma len tezîllû be’dî ebeda” – “Rastî ev e ku ez du tiştên giranbiha di nav we da dihêlim; kitêba Xwedê û binemala xwe, Ehlê Beytê, çiqa ku hûn xwe bi wan bigirin, qet hûn li rê winda nabin”.

Ev hedîs Muslim di kitêba xwe ya ‘Sehîh’ê da riwayet kiriye û ji xêncî wî jî bi dehan muheddisa û ‘aliman li pey hev ev hedîs gêrane û riwayet kirine. (binêrin: nivîsoka «Hedîs-us Seqeleyn» ya Wişnewî ku cami'a Ezherê jî ji durustî û rastiya wê axiftiye).

Û ev 'edet bûye ku wesiyet dihata kirin û hineka dihatan kifş kirin ku paş wan ve cîyê wan bigirin, û karek bûye ku pêxemberên pêşîyê da jî wê yêkê pêk anîne. (binêrin: «Isbat-ul Wesîyye» ya Mes'ûdî, û her wiha kitêbên hedîs û tarîxê, ya her du birra).

18- Û Şî’ên Ce’ferî bi bawer in ku gereke ummeta Îslamî li ser va mesela got û bêjê bikin û baxivin, bêy wî qasî ku dijûna bikin û hev bişkînin, û bêy wê çendê ku hevdu bêxin ber ithamê û meselê tarî bihêlin. Û dibêjn ji ‘alim û zanayên hemî kom û birrên Muslimana ra lazim e di civatên 'ilmî da berhev bibin û bi ixlas û pakî eva mesela bavêjin ber lêkolînê û li ser baxivin, û bi biratî goh lê bibin ewê ya birayên wan yên Ce’ferî dibêjn û delîla wan ji kitêba Xwedê û ji sunneta durust û mutewatir û 'eqlê rast û tarîxê seh bikin û hilsengînin, kanê derheq meselên siyasî û komelayetî/civakî yên zemanê Pêxember (s.e.a) û piştî wî çi dibêjn.

19- Baweriya Şî’ên Ce’ferî ew e ku hema bi rastî sehaban û ew kesên li dorûberê Pêxemberê Xwedê (s.e.a) ji jin û mêran xizmet ji Îslamê ra kirine û di rêka bilav kirin û qahîm kirina wê ra hemî tiştên xwe fida kirine, û lazim e ku Musilman qedr û qîmetê wan bizanin û bihayê bidin xizmeta wan û ji wan razî bin.

Lê belê evahe ne bi wê me'nê ye ku ew hemî pêkve 'adil in ji her cihetî ve, û ew ne ser wê hindê ra ne ku hinek ji kar û kiriyarên wan bikevin ber lêkolînê, çiko ew jî beşer in xelet jî û rastî jî her du ji wan çêdibin. Tarîxê behs ji hineka kiriye ku heta di zemanê Pêxember (s.e.a) bixwe da jî ji rê xalifîne. Ne hema ev, belkî Qur’ana pîroz di hinek sûret û ayetên Qur’anê da ji vê meselê axiftiye; hûn dikarin vê derheqê da binêrin sûretên: Munafiqûn, Ehzab, Hucurat, Tehrîm, Feth, Muhemmed û Tewbe.

Vêca nixwe lêkolîn û axiftina durust derheq kiryarên hinek ji wan da nabê kufr, çiko mîzan û kêşeka îmanê û kufrê eşkere ye û nuqta despêka herduka ronahî ye; ew jî qebûl kirin û qebûl nekirina tewhîd û risaletê ye; û qebûl kirin an inkar kirina wa tişta ye ku di dîn da sabit in (û inkara wê bibê sebebê inkara Xwedê an pêxemberîyê. Wergêr.) Wek ferz û wacib bûna mêj û rojî û hecê û heram bûna 'ereq û qumar û tiştên bi wê pêkê.

Belê lazim e ziman ji dijûn û pîs gotinê were parastin û qelem ji zêde nivîsînê bisekinê, çiko ew ne layiqê Muslimanê temîz û durust e; ewê li pey sîret û rêçka Pêxemberê Xwedê (s.e.a). Û digel vê hemîyê jî rastî ev e ku zehftir û pirtirê sehaban qenc û qenckar bûne û layiqê bihadan û ihtiramê ne û xwey qedr û qîmet in.

Lazim e ev jî bê gotin ku, evahe ku ew jî ke­tine ber lêkolînê, feqet û tinê ji ber vê yêkê ye ku sunnet û hedîsên durust yên Pêxember (s.e.a) bên nas kirin û gotinên cihê bawerîyê were dîtin, çiko wek çewa kifş e û herkes pê dizanê, piştî Pêxember (s.e.a) gelek derew û bêbextî li ser wî (s.e.a) hatine çêkirin, û Pêxember (s.e.a) bixwe jî ji vê yêkê xeber daye, û hema ev mesele ye ku bûye sebeb heta gelek zana û ‘alim ji her du birra wek Sîyûtî û ibn Cewzî û ... kitêbên hêjayî li vê derheqê da binivîsin, heta hedîsên ku bi durustî û rastî ji Pêxemberê Xwedê (s.e.a) riwayet bûyîn bên veqetandin ji wa yên destçêkirî û bi derew nisbeta wan dayîn bal Pêxemberê Xwedê (s.e.a) ve.

20- Şî’ên Ce’ferî bawerî hene bi hebûna Imam Mehdî yê muntezer; ji ber wê yêkê ku gelek hedîs ji Pêxember (s.e.a) gihane ku: ew ji zarokên Fatimayê ye; ew ji zarokê nehê yê Huseyn e (s). Û ev jî heye ku: zarokê heştê yê Imam Huseyn (s) Imam Hesenê 'Eskerî ye, ew jî di sala 260-ê h.k. da ji dinyayê çûye di halekî da ku zarokek tenê hebûye bi navê «Muhemmed» vêca nixwe hema ew e Imam Mehdî ku bi naznavê (kunya) «Eb-ul Qasim» hatiye nas kirin. [5]

Komekî ji Muslimanên cihê bawerîyê ew dîtine û derheq ji dayîk bûn û taybetîyên (xusûsiyet) wî û imameta wî da xeber dane; û ji alîyê babê wî ve hatiye gotin ku ew imam e, û pênc sala piştî ji dayik bûnê ji ber çavan winda bû, çiko dijminan xwestin ewî bigirin û bikujin û ji ber ku Xwedê xwest ewî bihêlê û xwedî bikê da di axirîka zeman da hukmeta durusta Îslamî bi awayek berfireh danê, û da 'erdê ji zulm û xirabîyê paqij bikê, piştî ku tejî dibê ji zulm û fesadê.

'Emr û temenê wî yê dirêj jî ne tiştek xerîb e û çi sebeb jî ji 'ecêbmanê ra nînin, çiko evahe heqîqet e ku Qur’ana pîroz behsa saxiya hezretê 'Îsa dikê, ew heta îro jî sax e ku eve 2007 sal e ser sala ji dayik bûna wî ra derbaz dibê; û hezretê Nûh (s) hezar salan pêncî sal jê der di nav qewmê xwe da jiyaye û ew bi alîyê Xwedê ve gazî kirine; û hezretê Xizr (s) hema her dijî û sax e.

Vêca Xwedê her tiştî dikarê bikê û hemî kar jê tên û tiştek nikarê xwest û viyana Wî paşda bidê. Ma gelo derheq hezretê Yûnus (s) negotiye:

“Eger ew ne ji tesbîhgoyan bûya Ω Wê heta roja qiyametê bimaniya di zikê wê masîyê de”. [6]

Û komek berketî ji ‘alim û zanayên giranqedrên ehlê sunnet gotine ku Imam Mehdî ji dayika xwe bûye û niha heye û navê dê û babên wî jî dane qelemê û behsa sifetên wî kirine. Wek:

A- 'Ebd-ul Mu’minê Şeblencî yê Şafi’î, di kitêba xwe da, bi navê «Nûr-ul Ebsar fî Menaqib-î Al-in Nebî el- Muxtar».

B- ibn Hecer el- Heytemî yê Malikî yê Şafi’î, di kitêba xwe: «Sewa’iq-ul Muhriqe» da wiha gotiye: “Eb-ul Qasim Muhemmed el- Hucce, dema babê wî wefat kir ew pênc salî bû, lê belê Xwedê derheq wî da hikmetek heye. Jê ra: Qa’im û Muntezer jî tê gotin.

C- Qunduzî yê Henefî yê Belxî, di kitêba xwe: «Yenabî’ul Mewedde» da ku di zemanê xilafeta ‘Osmaniyan da li astaneya Tirkîyê li çapê ketiye.

D- Seyyid Muhemmed Siddîq Hesen Qenûcî yê Buxarî di kitêba: «el- Iza’et-u lî- ma kane we ma yekûn beyne yedey-is sa’et».

Û ji yên vê paşîyê ra jî kitêb nivîsîne em dikarin Dr. Mustefa Rafi'î nîşan bidin di kitêba «Îslamuna» da, ku lez ber mesela ji dayik bûnê ra derbaz bûye û heçî işkal û nerazî bûnên vê derheqê da heyîn ji halê rakirine.

[1]- Ayet ev in: Ayeta teblîxê: “Ya eyyuhe-r resûl-u bellîx ma unzîle îleyke mîn rebbîk ... Ey Pêxember ewa ji alîyê Xudayê te ve ji te ra hatiye ragihîne, û eger tu wê nekî, te risaleta Wî ranegihand‌iye, û Xud‌ê wê te ji xelkê biparêzê, birastî Xwedê koma kafira rêrast nakê”. Maid‌e / 67.

Ayeta ikmal: “Elyewm, ekmeltu lekum dînekum ... Îro min d‌înê we ji we re kamil kir û min qenciya xwe li ser we temam kir û ez bi navê d‌în ji we re bi Îslamê razî bûm. Maid‌e / 3.

Û: “Elyewm ye’isu-l lezîne keferû mîn dînikum ... Îro kesên inkarker ji d‌înê we bê hêvî bûne vêca netirsin ji wan û ji min btiirsn. Maid‌e / 3.

Û: “Se’ele sa’îlun bî ‘ezabîn waqi’ … Pirsyarkerekî ji 'ezabê ser kafira da hatî pirsyar kir, paşved‌er ji wî 'ezabî ra nîne”. Me'aric / 2.

[2]- Ed‌îb û zanayan d‌erheq eva d‌uwzd‌eh Imamên Ehlê Beytê da gelek şi'r û gotin hene. Berê xwe bidin: D‌ûlge, ya Dawûd‌ê Qerewlûsî û Cewşen, ya Seyyid‌ 'Elî yê Huseynî yê Bohtî. Ji nimune ra emê d‌uduyan bînin:

Heskefî yê Henefî dibêjê:

حید‌رة و الحسنان بعد‌ه‌ ... ثم علی و ابنه محمد ... و جعفر الصادق و ابن جعفر موسی و یتلوه علی السید ... اعنی الرضا و ابنه مجمد ... ثم علی و ابنه المسدد ... الحسن التالی و یتلو تلوه ... محمد بن الحسن المعتقد ... قوم هم ائمتی و سادتی ... و ان لحانی معشر و فندوا ... ائمة اکرم بهم ائمة ... اسمائهم مسرودة لا تطرد هم حجج الله علی عباده ... و هم إلیه منهج و مقصد ... هم النهار صوم لربهم ... و فی الدیاجی رکع و سجد.

Binêrn kitêba: «el- E’immet-ul Îsna ‘Eşer», nivîsîna Muhemmed‌ê Tûlûn, wefat kirîyê sala 953 h.k. Heskefî jî ji zanayên sed‌ê şeşê yê koçî ye.

'Arfê hêja Ehmed‌ê Xanî jî di kitêba Nûbihar da d‌ibêjê:

“Xelîfe çar in, duwazd‌eh Imam in ey Musilman ...

'Elî çar in, Hesen d‌u, Muhemmed‌ sê ne, ey can!

İmamê d‌î Huseyn e d‌igel Mûsa û Ce'fer

Ev in bilcumle bê şik bizan qencê Imaman”. (Wergêrê Kurd‌î).

[3]- Şûra / 23.

[4]- Tewbe / 119.

[5]- Di kitêbên sehîh û xêncî wa da ji kitêbên herd‌u birra, ji Pêxember (s.e.a) riwayet bûye ku kerem kir: “Wê di‌ axirê zeman da zelamek ji zuriyeta min eşkere bibê ku navê wî navê min û naznavê wî naznavê min e, wê piştî ku 'erd‌ tejî zulm û fesad‌ bû, 'erd‌ê ji 'edalet û d‌urustîyê tejî bikê.

[6]- Safat / 143 - 144