Languages فارسی العربية English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsch español فارسى درى РУС
Scroll down
Bîr û Bawerî

Koma Ce'feriyye ya Imamiyye (3)

2016/01/26

Koma Ce'feriyye ya Imamiyye (3)

21- Û Şî’ên Ce’ferî mêj dikin û rojî digirin û zekat û xumsa malê xwe didin û diçin heca mala Xwedê ya bi qedr û qîmet li Mekkehê; di 'emrê xwe da carekî pêk anîna 'emelên hec û 'umrê wacib û ferz zanin û carên dî sunnet hesab dikin. Ew emrê bi me'rûf û nehya ji munker dikin, hez dikin ji dostên Xwedê û dostên Pêxemberê Wî, û dijmin in digel dijminên Xwedê û Pêxemberê Wî. Digel hemî kafir û muşrikên ku şerê Îslamê dikin şer dikin û di rêka Xwedê da cihadê dikin li beraberê wa kesan da ewên li bindest kirina ummeta Musilman digerên; û kar û barên xwe yên aborî/iqtsadî û komelayetî/civakî û malkî, wek: ticaret û kirê û zewac û telaq û mîrat û terbiyet û şîrdan û çarşevê û ... li ser esasê hukmên Îslama pak û durust pêk tînin, eva hukma jî zanayên dînî bi rêka ictihad û xebatek 'ilmî ve ji kitêb û sunneta durust û hedîsên Ehlê Beytê û 'eql û icma'a ‘aliman berdest dikin.

22- Û fikra wan ew e ku her ferzekî (nimêjekî) ji ferzên roj û şevê wextek kifş kirî jê ra heye, ku pênc wext in; sibeh û nîvro û êvar û mexreb û 'eşa wextê kirina pênc nimêja ne, û ya baştir ew e her nimêjek li wextê xwe yê taybet da bê kirin; lê belê ew, mêja nîvro û êvarê û ya mexreb û 'eşayê li ser hev kom di­kin; çiko Pêxemberê Xwedê (selewatên Xwedê li ser wî û alê wî bin), bêy 'ozr û bêy nexweşî û bêy hebûna baranê û bêy wê çendê ku li seferê da bê, ew li ser hev kom kirine, û sebebê wê jî -wek çewa li sehîfa Muslim û kitêbên dî da hatî- ew e ku bibê bar sivkiyek û rihetiyek ji ummetê ra, û ev awayê he îro jî i'tiyadî ye.

23- Û ew jî bang didin wek bangdana hemî Muslimana, lê belê piştî «Heyyê ‘ele-l Felah»ê dibêjin: «Heyyê ‘ela Xeyrî-l ‘Emel», çiko evahe di zemanê Pêxemberê Xuda da (s.e.a) hebû, lê belê xelîfe 'Omer bin Xettab ji bal xwe ew ji bangê deranî, û delîla wî jî ev bû ku dema xelk bizanin baştirîn kar nimêj e, evahe wê ewan ji cihadê paşda bidê. Zanayê hêja Qoşçî yê Eş'erî evahe di kitêba şerha Tecrîd-ul I'tiqadê da gotiye, ev gotin di «Musennef» ya Kendî û «Kenz-ul ‘Ummal» ya Mutteqî yê Hindî û kitêbên dî da jî hatiye. Wek çewa hema wî «es- Selat-u Xeyr-un Min-en Newm» li banga sibehî zêde kir halhale di zemanê Pêxember da (s.e.a) tinebû (binêrin kitêbên hedîs û tarîxê).

Û çiko şiklê 'ibadet û tiştên bi wê ve girêdayî (muqeddematên wê) girêdayî ye bi hukmê şerî'etê û izna wê ve, yanî hemî şiklên 'ibadet lazim e pê gotinek xas/taybet an 'u­mûmî/giştî ya Qur’an an sunnetê kifş bûbê û hatibê gotin, egerne ew dibê bid'e û li xweyê xwe tê zivirandin û li bal Xwedê qebûl nabê ... ji ber vê yêkê ye ku pê fikr û gotina kes kêm û zêde kirina li 'ibadeta da û li çi yêk ji hukmên şerî'etê da çênabê û ne durust e.

Û lê belê evahe ku Şî’ên Ce’ferî piştî «Eşhed-u Enne Muhemmeden Resûlullah» dibêjin: «Eşhed-u Enne ‘Elîyyen Welîyullah», ev yêk ji ber wê çendê ye ku di riwayetên Pêxember û Ehlê Beyta wî da hatine ku: li kûderê kelîma «Muhemmed Resûlullah» hebê, an li ser dergehê biheştê nivîsî bê, muheqeq di pey ra kelîma «'Elîyyun Welîyullah» hatiye. Û evahe kelîmeyeke hişyarîyê çêdikê ku Şî’e ne hema 'Elî (s) bi xwedêtîyê nizanin belkî ewî Pêxember jî nizanin.

Û ji ber vê yêkê evahe ku ne bi niyeta zêde kirina li bangê tê gotin [1] ji wê bid'e nayê hesab kirin ku çi reh û rîşe di şerî'etê da tune.

24- Û secde dikin li ser axê (se’îd) an li ser xîzê û an li ser teht û seleberan û tiştên ji 'erdê hesab dibin û giyayê ji 'erdê derdikevê wek hêsîrê, û li ser mafûr, qumaş û tiştên xwarinê û zînet û xemlê secde nakin, evahe jî ji ber gelek hedîsa ye ku di kitêbên Şî’e û Sunniya da hatine ku: Pêxemberê Xwedê (selat û selam li ser wî û alê wî bin) 'edeta wî ew bû ku li ser ax û 'erdê secde dikira, ne hema ew, belkî destûr dida Muslimanan ku bi wî awayî secde bikin; yêk ji wan ew bû dema Bilal rojekî ji ber germa pir zêde di secdê da ehniya xwe danî ser lefa şaşika xwe, vêca Pêxember (s.e.a) bi destê xwe şaşika wî ji bin ehniya wî rakir û gotê: “Ey Bi­lal, ehniya xwe bi axê ve deyne (ehniya xwe deyne ser 'erdê).

Wek vê gotinê ji Suheyb û Rebah ra jî gotiye; hingê ku gotê: Ey Suheyb! Rûyê xwe dane ser 'erdê. Ey Rebah! Rûyê xwe bi 'erdê ve deyne (binêrin: Sehîha Buxarî; û Kenz-ul ‘Ummal; û Musennefa 'Ebd-ur Rezzaqê Sen'anî; û ‘Secda li Ser 'Erdê’ ya Kaşif-ul Xita’).

Û her wiha çiko Pêxember (s.e.a) gotiye: “'Erd ji min ra bûye cihê secdê û ji bona pakîyê (ji teyemmumê ra). Ev riwayeta he Sehîha Buxarî û kitêbên dî nivîsîne.

Secda li ser axê û danîna ehnîyê li ser 'erdê ji bona secde birinê li beraberê Xwedê da munasibtir e, çiko li beraberê Me'bûd da pitir mirov bi alîyê xwe şikandin û tirsê ve dibê, her wiha pitir mirov dikevê fikra wê tiştê da ewa jê çêbûyîye. Ma ne Xwedê dibêjê: “Me hûn ji wê (axê) çêkirine û emê we bikîn di wê da û dîsa carek dî emê we ji wê derî­nin”. [2]

Û secde axirîn dereca xwe şikandinê ye, û nihayeta xwe şikandinê li ser seccade û rayêx û qumaş û cewahiratên giranbiha çênabê, hema tinê bi wê çêdibe ku mirov bi qedrtirîn cihê bedena xwe ku ehnî ye deynê ser erzantirîn tiştî ku ax e. (binêrin: kitêba: «el- Yewaqît we-l Cewahir», ya Şe'ranî yê Ensarî yê Misrî, ji zanayên sedê dehê hicrî).

Belê, ev heye ku gereke ax pak û paqij bê, û ji ber vê yêkê ye ku Şî’e qetek heriya hişk bûyî digel xwe radikin, da bizanin ku muheqeq pak û tahir e. Û çêdbê ku carina ew ji 'erdek mubarek wek Kerbelayê hatibê girtin, ew cihê Imam Huseyn, nevîyê Pêxember lê hatîye şehîd kirin. Wek çewa hinek ji sehabiyan jî di seferên xwe da ji bona secdê hinek xîza Mekkehê ji teberruk ra digel xwe dibiran (bi­nêrin: el- Musennef, ya Sen'anî).

Lê belê Ce’ferî pêkotanê li ser vê yêkê nakin û ne wereng e ku ileh ewê digel xwe bigerênin, belkî ew li ser hemî koç û kevirên pak û paqij secde dibin û kevirê di Mescid-un Nebî da li 'erdê heyî û her wiha ewa li Mescid-ul Heramê da heyî.

Her wiha ew destê xwe yê rastê di nimêjê da nadanin ser destê çepê, çiko Pêxember (s.e.a) we nekiriye, û ew bi gotinek bê şik û deqedeq sabit nebûye, û ji ber vê yêkê Malikî jî destê xwe nadanên ser hev (binêrin: Buxarî û Muslim û Sunena Beyheqî. Û ji bîr û hizra Malikîyan ra binêrin: “Bidayet-ul Muctehid, ya ibn Ruşdê Qurtubî yê Malikî).

25- Ew di desmêjê da destê xwe ji enîşka heta bi ser tiliya dişûn, ne bervajî. Çiko ewa çewaniya desmêj girtinê ji Ehlê Beytê (s) girtine û ewa jî ji kalkê xwe (ceddê xwe) Re­sûlê Xwedê girtine û ew baştir ji yên dî ji karê ceddê xwe agah in, û Pêxember jî (s.e.a) we dikira. Û wek çewa xweyê kitêba Nihayet-ul Muhtac kirîye ewa jî bêjeya «îla-إلی»yê di ayeta desmêjê da [3] bi me'na «مَعَ – digel» tefsîr ki­rine.

Her wiha ew ji ber wî sebebê me got, destê xwe bi ser û pîyê xwe ve tînin (meseh dikin) û ewa naşûn, sebebek dî yê evî karê wan ev e ku ibn 'Ebbas gotiye: “Desmêj du şûştin in û du meseh [4] (şûştina rû û desta û mesha ser û piyan).

26- Û dibêjn zewaca mut'ê heye; çiko Qur’ana pîroz dibêjê: “Eger we bi malê xwe ew mut'e kirin (ji wan behremend bûn) vêca ucreta wan bidin wan”. [5] Û çiko di zemanê Pêxemberê Xuda da (s.e.a) Muslimana ew kar dikiran û heta zemanê xelafeta 'Omer bin Xettab nîvî jî bûyî, sehaban her we dikiran. Û ew zewacek şer'î ye û di me­selên jêrî da wek zewaca da’imî ye:

A- Gereke ewê jinê mêr tunebê, û di mehr kirinê da îcab (qirar dan) ji alîyê jinê ve û qebûl ji alîyê zelam ve ye.

B- Di wî malê digehê jinê, ku di zewaca da’imî da jêre tê gotin «mehr» û di ya ne da’imî da jêra tê gotin «ucret» wek çewa di ayeta Qur’anê da derbaz bûyî.

C- Û di girtina 'idde da (ku piştî telaqê ge­reke jin heta wextekî ku şerî'etê danîye mêr nekê) piştî ku zelam ji jinê cida bû.

D- Û di wacib bûna 'iddeyê da piştî ji hev cida bûnê, û di vê çendê da ku zarok digehên bav û evê yêkê ku zelam yêk bi tenê bê, ne zêdetir.

E- Û di mîrat (irs) birinê da, ku bav ji zarok û zarok ji bav û dayik ji zarok û zarok ji dayikê irsê (mîratê) dibin.

Û di va tiştên xwarê da jî digel zewaca da’imî ferq dikê:

Kifş kirina wext di zewaca muweqqet da; û wacib nebûna nefeqê û hay jê mana teqsîma wextê wan li ser zelam; û mîrat nebirina di navbeyna herduka da; û lazim nebûna telaq, ji ber ku pê xilas bûna wextê hatî kifş kirin an lêborîna wextê mayî cidahî çêdibê.

Û hikmet û sebebê vê qismê zewacê, pêk anîna ihtiyaciya durust ya viyanên cinsî yên jin û mêra ye, ji wan kesan ewên bi wa çênabê û nikarin zewaca da’imî bikin. Û an zelam ji ber mirina jina xwe an sebebek dî ji zewacê bêbehr û mehrûm bûbê, û her wiha bervajîyê wê, û digel wî qasî jî viyana wî hebê ku bi şeref û namûs ji keyfa jiyanê behremend bibê.

Vêca nixwe ev zewac di dereca ewil da ji bona jinav birina muşkilên muhim û çareser kirina gîrûgiriftên komel û ictma'ê ne, û ji bona wê ye ku komela Îslamî nemînê di nav fesad û pîsatîyê ra.

Û carina jî ji nasyariya durust ya ji pêşiya zewacê ra istfade jê tê kirin, û di netîcê da êdî nakevin nav têkeliya heram ra û nakevin nav zinayê ra û dikarê bibê sebebê parastina wî kesî ji herametîyê ewê dixwazê karê heram nekê, lê belê nikarê bi jinekî tenê xwe bigirê, an nekar bê mesrefa jinekî bidê û ...

Di her hal û karî da ev awayê zewacê li ser esasê kitêb û sunnet û karê sehabiyan hatiye danîn û sehaban muddet zemanekî ew kiriye. Û eger ew zina bûya, penah dibim bal Xwedê, me'na wê dibê ev ku haşa Qur’an û Pêxember (s.e.a) û sehaban zina helal kiribê, û di muddet zemanekî da ewên wisa kirîn zina kiribin, penah dibim bal Xwedê.

Evahe ji aliyekî ve, ji alîyê dî ve jî vêca nesxa wê (betal kirina vê hukmê) ne pê Qur’an û sunnetê ye û tu delîlên qahîm û bira li ser tunînin. [6]

Digel vê çendê ku Şî’e yên Imamî evî awayê zewac û mehr kirinê helal û şer'î zanin û şer'î bûna wê pê Qur’an û sunnetê sabit bûye, lê belê dîsa jî zewaca da’imî û danîna mal û binemalê ku binyata komela cîgirtî û salim e, seratir zanin û li pey wê ne, û meyla zewaca muweqqet nakin ewa ku di şerî'etê da jêra tê gotin «mut'e», herçend helal û şer'î ye.

Bi vê munasibetê cihê gotinê ye ku pê wa dersên Şî'a ji Qur’an û sunnet û zanînên Ehlê Beytê (s) girtine, gelek qedr û qîmet didin jinan û giranî û bihayek mezin ji wan ra hesab dikin. Û derheq kesayetî û şexsiyeta wan da û heq huqûqên wan û nexasma rabûn rûniştina digel wan li ser esasê exlaqê baş û derheq ni­kah û telaq û «hizanet» û şîrdan û 'ibadet û mi'emileta digel wan hukmên gelek xweş û baş û berketî di riwayetên imamên wan û kitêbên fiqhî yên wan da hene.

27- Û ew heram zanin: zinayê û lewatê û ribayê û kuştina nefsa ku jinav birina wê heram e, û vexwarina 'ereqê û qumar û bêbextîyê û xapandinê û xiyanetê û hîle kirinê û dadkirina bi neheqî û sivik kirin û kêm hê­lana ji kêşek û pîvekê û bi xurtî girtina malê xelkê (xesb) û dizî û diziya ji malê 'umûmî û reqs û bêhûdetî, û nisbet dana zinayê bal xelkê ve û tohme û boxtan û xebergerandin û fesad û eziyet kirina bawerdaran û xeybet û pişt xelkê ve xeberdan û dijûn û kirêt gotin û derew boxtan û ... ji gonehên sexîr û kebîr (biçok û mezin) dizanin. Û her dayim dixwazin xwe ji wan dûr bigirin û çiqas ji wan bê xwe ji wan paşve didin. Û lê digerin ku pê nivîsandina kitêb û cizok û nivîsokên exlaqî û terbiyetî û pê çêkirina celese û civatan û pê xutbên îniya û axiftinan û ... xelkê ji wan tiştên heram û nebaş paşda bidin.

28- Û gelek xemê dixwin ji exlaqên hêjayî û berketî ra û muştaqê we'z û şîreta ne ku seh bikin û ji wê çendê ra civat û celesan li mal û mizgeftan da datînin, û da ku we'z û şîretan goh lê bibn di munasibetên muxtelif da li dora hev kom dibin û ewan di'ayên pir feyde û rih perwerdeker ku ji Pêxember (s.e.a) û imamên Ehlê Beytê (s) hatine dixwînin; wek: du'a Kumeyl û ebû Hemzeyê Sumalî û du'aya Semat û du'aya Cewşenê Kebîr (ku ji hezar navên Xwedê pêk hatiye) û du'aya Mekarim-ul Exlaq û du'aya Iftitah (ku di meha Remezanê da tê xwendin). Ew, eva du'ayan di haletek rûhanî û 'irfanî dixwînin û pêre xwe dişkênin û digîrîn, çiko ev halet dibê sebebê temîz bûn û paqij kirina nefsê û nêzîk bûna bal Xwedê.

Ev du'ayên henê di kitêba da hatine berhev kirin û bi şiklek berfireh di destê wan da heye.

29- Û ew qedr û qîmet didin qebr û mezarên Pêxemberê Xwedê (s.e.a) û Imamên Ehlê Beytê û zuriyeta wî ya pak ku li Medîne ya Munewwere da li «Beqî'»ê da ne; wek mezarên: Imam Hesenê Mucteba û Imam Zeyn-ul 'Abidîn û Imam Muhemmedê Baqir û Imam Ce’ferê Sadiq (selamên Xwedê li ser wan bin).

Û mezarê Imam 'Elî (s) ku li Necefa Eşrefê da ye.

Û mezarê Imam Huseyn korê Imam 'Elî (selam li wan bin) û birayên wî û korên wî û pismamên wî û hevalên wî yên roja 'Aşûrayê digel wî şehîd bûyîn li Kerbelayê.

Û mezarê Imam Hadî û Imam 'Eskerî ku li Samirrayê ne.

Û mezarê Imam Cewad û Imam Kazim ku li Kazimeynê ne. (Necef û Kerbela û Samirra û Kazimeyn hemî ji bajarên 'Iraqê ne).

Û mezarê Imam Riza (s) ku li bajarê Meş­hedê ye li Îranê.

Û mezarên kor û keçên wan li Qom û Şîrazê û mezarê qehremana Kerbelayê hezretê Zeyneb ku li Demişqê di Sûriyayê da ye.

Û mezarê Seyîde Nefîse ku li Qahira Misrê ye.

Û evahe ji ber qedr û qîmet dana Pêxember e (s.e.a) çiko qedrê mirova di zarokên wan da ye û bihadana zarokên mirov bihadana mirov e. Û çiko Qur’ana pîroz jî pesnê Alê 'Imran û Alê Yasîn û Alê Ibrahîm û Alê Ye'qûb daye, û hinek ji wan Pêxember jî nebûne, û kerem kiriye: “Ew zuriyeteke ku hinek ji hineka ne”. [7]

Û her wiha ev qedr girtin ji ber wê yêkê ye ku dema hineka gotîn: “Emê avahiya li ser qebrên Eshabê Kehf çêkîn û mizgefta ava kîn da ku li bal wan 'ibadet ji Xwedê ra bê kirin” [8] gotina wan meqbûl hat zanîn û karê wan şirk nehat hesab kirin; çiko mirovê Muslimanê bawerdar hema ji Xwedê ra diçê rukû' û secdê û ji wî tenê ra 'ibadet dikê, lê evî karî li rex mezarên pak û paqijê wan welî yên Xwedê dikin; çiko ew cih ji ber wan bi qedr bûne, wek çewa ku Meqamê Ibrahîm (cihê pîyê wî) bûyî xweyê pakî û qedr û qîmetê, vêca Xwedê kerem kir: “Û Meqamê Ibirahîm ji xwe re bikin cihê nimêjê”. [9]

Vêca ne wisa ye ku kesê li piş «Meqam» nimêj bikê ewî ji meqam ra nimêj kiriye, û her wiha ewê pê karê «Se'ya li navbeyna Sefa û Merwe yê da» ji Xwedê ra 'ibadet dikê, ne wisa ye ku ji du çiyayên Sefa û Merweyê ra 'ibadet kiribê. Mesele ev e ku Xudayê Te'ala ji 'ibadetê xwe ra hinek cihan pîroz û mubarek kirine û veqetandine ku bi me'nayekî bal Xwedê bixwe ve tên nisbet dan. Vêca hinek roj û cih xweyê hêjan û paqijiyekî ne, wek «roja 'Erefê» û «'erdê Minayê» û «'erdê 'Erefatê» û sebebê evê hêjan û berketinê hema ew e ku ew roj û cih, yên Xwedê hatine hesab kirin.

30- Û hema ji ber vê yêkê ye ku Şî’e jî wek Muslimanên dî ku hay ji qedr û qîmetê Pêxember (s.e.a) û Ehlê Beyta wî mane, ziyareta qebr û mezarên Ehlê Beytê karek berketî zanin û muhimmatîyê jê dixwin, evahe qedr girtina wa ye. Û ji wê çendê ra ye ku dersê ji wan bigirin û soza xwe digel wan nû bikin û nîşan bidin ku ew tişta ku wan ji ber wê xebat kir û ji parastina w êra canê xwe dayîn, ji wan ra gelek berketî û girîng e. Çiko kesê biçê ziyareta van qebr û mezaran, di xwendina ziyaretê da qencî û seratî yên xweyê wan mezaran tênê bîr û jê xeber didê; cihad û xebata wan, nimêj kirina wan, zekat dana wan, û ew zehmetî û nerhetiya di vê rêkê da ser wan da hatî. Xêncî ji vê jî vêca Pêxemberê giranqedr jî (selat û selam li ser wî û alê wî bin) xem ji vê xwariye:

Ma piştî şehîd bûna Hemze ne ew bû ku got: “Ewên ji Hemze ra bigirîn nînin?”

Ma ne ew bû ku ji korê xwe Ibrahîmê 'ezîz ra girî?

Ma ne ew bû ku bi qesta ziyareta qebran diçûya Beqî'ê?

Û ma ne ew e yê gotî: “Herin ziyareta qebra, çiko axiretê tênê bîra we?” [10]

Belê, hema birastî ziyareta qebr û mezarên Ehlê Beyta Pêxember (s.e.a) û bîr anîna sîret û herektên wan û xebatên wan, fidakariya wan ya pir hêjayî û mezin di rêka Îslam û Muslimanetîyê da di mejîyê nesla pêretir da cih dikê û rihê cesaret û mêrbaşî û fidakarî û şehîd bûna di rêka Xwedê da didê wan.

Ev kar karek insanî û ferhengî û 'eqlanî ye; vêca hema ji ber wê ye ku xelkên cihanê bîra mezinên xwe sersilsile yên ferhenga xwe sax dihêlin û bi hemî reng û eşkalan, munasibetên girêdayî bi wan ve sax dihêlin. Çiko ew dibê sebeb ku iftixar û xwe navdana wan ji wan ra bimînê û ser iltifata xelkê ve zêde dibê û li dora wê û qîmet û bihadana wê kom û berhev dibin.

Hema evahe bi xwe ye sebebê wê yêkê ku ayetên Qur’anê berê xelkê dayî bîr û hizrên pêxemberan û ewlîya û qencan û qisetên wan gotîn.

[1]- ‘Alim û zanayên d‌înî yên Şî'an di kitêbên xwe yên fiqhî da dinivîsn ku ev kelîme ne ji bangê ye û ne biçeke ji bangê. Binêrên “risaleyên ‘ilmîyye” behsa bangê (wergêr).

[2]- Sûretê Taha / 55 = “Mînha xeleqnakum we fîha nu’îdukum we mînha nuxricukum tareten uxra”

[3]- Maid‌e / 6 = ... We eydîyekum îl-el merafiq ... û d‌estê xwe bişûn d‌igel enîşka. (wergêr).

[4]- el- Wuzu’u xusletan we meshetan, ew: mexsûlan we memsûhan. Binêrn kitêbên sunen û mesanîdan û her wiha binêrin tefsîra Fexrê Razî li tefsîra ayeta 6 ya sûretê Maid‌e.

[5]- Nisa / 24.

[6]- Tu dikarî binêrî hemî hed‌îsên mut'ê ku di kitêbên sehîh û sunen û mesanîd‌ên hemî mezhebên Îslamî da hatine.

[7]- Alê 'Imran / 34. Zurrîyyet-un be’zuha mîn be’z-in.

[8]- Kehf / 21. Lenettexizenne ‘eleyhim mescid-en.

[9]- Beqere / 125. Wet- texizû min meqamî Îbrahîme musella.

[10]- Şifa-us Siqam, Sobkî yê Şafi'î, rûperê 107. û wek wê di sunena ibn Mace da jî heye. 1 / 117.