Languages فارسی English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsch español فارسى درى РУС
Scroll down
Qur'an a Pîroz

MU’CIZEBÛNA QUR’ANÊ

2016/07/03

MU’CIZEBÛNA QUR’ANÊ

Qur’ana pîroz, yegane kitêba \'esmanî ye ku bi vebir û seraheta temam, diyar kiriye ku kes nikarê wek wê kitêbê ji bal xwe ve bênê, û heta eger ins û cin hemî li hev bicivin û arîkariya hev bikin jî nikarin evê yêkê pêk bênin (Isra/ 88 ) [1] û ne tenê nikarin kitêbek kamil wek Qur’anê bînin, belkî nikarin deh sûre (Hûd / 13‌) an jî kurte sûreyek tenê bênin. (Yûnus / 3‌8).

Paş gelek te’kîdan gazî hemiyan dikê û pêşniyariya anîna wek wê didê û pişt ra nekarîna wan ji vê yêkê re ji ber xudayî bûna vê kitêb û risaleta Pêxemberê giranqedrê Islamê (selat û selamên Xudê li ser wî û alê wî bin) didê zanîn. ( Beqere / 23‌ - 24).

Ji lew ne cihê şik û dudilîyê ye ku ev kitêba pîroz, iddi\'a mu’cize bûna xwe dikê û înerê vê kitêbê, ewê ser navê mu’cizeya cawîdan û burhanek bi vebir derheq pêxemberiya xwe bona her û her ji cihaniyan ra radest kiriye. Û niha jî paş borîna çardeh qernan, ev nidaya ilahî her sibeh û şev bi rêka navgînên dost û dijmin ve digehê guhê cihaniyan û huccet û delîl li ser wan temam dikin.

Ji alîyê dî ve em dizanîn ku Pêxemberê Islam (selat û selamên Xudê li ser wî û alê wî bin) ji yêkem rojên diyar kirina de\'wet û gazî ya xwe, digel dijminên kîndar û rikdar rûbirû bû ku qet xwe ji dijatî kirina digel evê ayîna ilahî paşda nedidan û piştî ku ji tehdîd û tetmî\'ê bêhêvî bûn biryara kuştina wî hezretî dan. Ku pê teybîra ilahî, digel hicreta bi şev û xefê wî hezretî evê biryarê rezîl û riswa bû. Û piştî hicretê jî dawiya \'emrê wî li ceng û şerên cûrbicûr digel muşrik û yarîderê wa yên Yehûdî da borî. Û ji rihlet û wefata wî hezretî heta niha jî munafiqên navdeyî û dijminên derveyî, her dixebitiyan û dixebitin da ev nûra ilahî bivemirînin û jinav bibin; û qet xwe paşda nedane û nadin û çi ji destê wa hatiye û tê, kirin û dikin. Û eger anîna kitêbek wek Qur’ana pîroz imkan hebûya, qet xwe jê paşda nedidan û berê xwe jê nedizivirandin.

Li vê çaxê da jî ku hemî hêzxurt û mezin dewletên cihanê, Islamê wek dijminê mezin li dijî dagîr kirin û hukûmdarî ya xwe ya zalimane dizanin û bi awayek mucidd û ji dil dijatiya wê dikin û xudanê hemî cûre imkan û navgînên malî, maddî, ‘ilmî, siyasî û teblîxatî ne; eger ew bikariyan, bêşik wê kurte sûreyek wek ya Qur’anê baniyan û ewê bi rêka navgînên komelî û teblîxatî di dinyayê da belav bikiran. Çimko evê yêkê, hêsantirîn û erzantirîn û bitesîrtirîn rêk e bona dijatiya digel Islamê û pêşî lê girtina ji pêşrewî û berfirehiya wê .

Ji lew, her kesê ‘aqil û heqîqetxaz paş agahî ji vê yêkê, wê yeqîn bikê ku Qur’ana pîroz kitêbek istisnayî û bênimûne ye; kes nikarê wek wê çêkê û berhev bikê; qet çi kes û çi komek pê çi hevotin û zanînan nikarê wek wê bênê. Yanî hemî taybetîyên yêk mu’cize (xariqul \'adde bûn, ilahî û neqabilê teqlîd bûn, û delîl û burhan bûn ji isbata durustiya nubuwwetê) di xwe da dihebênê. Ji ber vê yêkê baştirîn delîl û burhana bi vebir bo rastiya de\'wet û gazî ya Pêxemberê Islamê (selat û selamên Xudê li ser wî û alê wî bin) û heq bûna dînê muqeddesê Islamê ye. Û ji mezintirîn û giranbihatirîn ni’metên ilahî li ser cami\'e û komela insanî hema ev e ku evê kitêba pîroz wusa hinartiye ku ji her û her ra mu’cizeyek cawîdan vemînê û delîla rastî û durustiya xwe di xwe da bihebênê. Delîlek ku derk û fêhma delaleta wê, niyaz û ihtiyac bi fêrbûn û pisporîtîyê tune û ji hemî kesan ra qabilê fêhm û pejirînê ye.

Cihet û doralî yên mu’cize bûna Qur’ana pîroz

Niha ku me bi kurtî û sergirtî zanî ku Qur’ana pîroz, peyva ilahî ye û mu’cizeyek mezin e; emê hinek ji cihet û doralîyên i\'caza wê binivîsîn û ji ber çavan re derbaz bikîn.

A- fesahet û belaxeta Qur’ana pîroz

Yêkemîn wech û alîyê i\'caza Qur’ana pîroz, şîwayî/şîrînî (fesahet) û resayî/zelalî (belaxet) ya wê ye. Yanî Xuda yê Mute\'al ji beyana mexsed û ramanên Xwe ra di her meqamekî da şîwatirîn û şîrîntirîn kelam û xweşahengtirîn û bijartîtirîn terkîban bikar aniye ku bi awayê herî zelal û saf, mefhûm û me\'neya mexsedên xwe bi xwenda didê fêhmê. Û bijartina kelîme û terkîbên munasib û hemaheng ku me\'nî yên bilind û deqîq hene, tenê ji wî kesî ra imkan heye ku ew bi hemî taybetî yên kelîme û doralîyên me\'nî yên heqîqî û peywenda di navbeyna wan da zana bê û bikarê pê li ber çav girtina hemî dor û etraf û doralîyên me\'nîyên lazim û hay jê mana pêdivê yên rewş û haletê, baştirînê kelîme û \'ibaretan hilbijêrê. Û ihate û serdestiyek wiha bê wehy û ilhama ilahî ji çi yêk ji insana re nehatiye danîn.

Xweşî ya ahenga melekûtî û dilkêşa Qur’anê ji hemiyan ra, û şîrînî û zelaliya wê ji wa yên bi \'Erebî û fennê fesahet û belaxetê dizanin ra, qabilê fêhm e; lêbelê têgehiştina mu’cize bûna fesahet û belaxeta Qur’anê tenê ji wa kesa ra mumkin e ku ji hemî cihetên cûrbicûrê texessusî û taybetî yên peyv û axiftinê agahî hebin û ewê (Qur’an) danin ber peyv û axiftinên dî yên fesîh û belîx û ewa gel hev muqayese bikin; hingê tewan û karîna xwe li beraberê wê da biceribînin ku ev kar tenê ji destê şa\'ir û helbestvanên \'Ereb dihata, çimko mezintirîn hunerê \'Ereban, peyv û axiftin bû ku li demê nuzûl û hinartina Qur’anê da, geş bûbû û nimûneyên ji baştirîn şi\'r û helbestan paş rexne lê kirina edebî, ewê ser navê baştirîn û biqedrtirînê desthata hunerî hildibijartin û ewê belav dikiran.

\'Inayet û hikmeta ilahî, dikê lazimê xwe ku mu’cize ya her pêxember hevrê bê digel ‘ilm û hunerê wî wextî, da ku imtiyaz û seratiya i\'caza wê ji berhemên beşerî/insanî bi hêsanî bê derk kirin; çewa ku Imam Hadî (s) di cewaba «Ibn-i Sikkît» da ku jê pirsî: - «Çima Xuda yê Mute\'al, mu’cize ya hezretê Mûsa (selamên Xudê li ser bin) wek “yedê beyza - destê ronahî” û ejdeha kirina gupalê, û mu’cize ya hezretê \'Îsa (selamên Xudê li ser bin) wek şifa dana nexweşan, û mu’cize ya Pêxemberê Islamê (selat û selamên Xudê li ser wî û alê wî bin) wek Qur’ana pîroz diyar kir?»

Kerem kir: «Demê hezretê Mûsa (s) sihr û cadû hunerê wî demî bû, ji ber vê yêkê Xuda yê Mute\'al mu’cize ya wî hezretî wek karûbarê wan lê kir heta ku bi nekarîn û \'eczê xwe li beraberê anîna wek wê, têbigehin. Û hunerê rêketî di demê hezretê ‘Îsa (s) da kar û fennê pijîşkî / tebabetê bû; ji ber vê yêkê Xuda yê Mute\'al mu’cize ya wî hezretî di şifa dana nexweşên bê derman da bi cî kir da herkes bi mu’cize bûna wê bihesê û têbigehê. Lêbelê hunerê rêketî li demê Pêxemberê Islamê (selat û selamên Xudê li ser wî û alê wî bin) hema peyv û vehûnînê bû ku ji ber vê yêkê Xuda yê Mute\'al Qur’ana pîroz bi awayê herî xweş û dilkêş hinart; da hemî bi i\'caz û xariqul \'adde bûna wê bihesin û têbigehin. (Kafî,c.1,r. 24).

Belê; mezin û giregirên peyvnasê wî demî, wek Welîdê kurê Muxeyre yê Mexzûmî û \'Utbe yê kurê Rebî\'e û Tufeylê kurê \'Emr, bi fesahet û belaxeta bê dawî ya Qur’anê hesiyan û şehdeyî dan ku ewê seratir e ji bijartîtirîn û zelaltirînê peyv û helbestên beşerî (Sîre ya ibn-i Hişam, c. 1 , r. 293‌ , 410). Û paş borîna sedsala ewil kesên wek “ibnê Ebi-l \'Ewce’ û “ibnê Muqeffe\'” û “Ebû Şakirê Deysanî” û “\'Ebd-ul Melikê Besrî” biryar dan ku karîna xwe li beraberê Qur’ana pîroz da biceribînin û salek temam hemî hêz û quweta xwe bikar anîn, lêbelê kêmtirîn û biçoktirîn tiştekî jî nekirin û serencam hemî li beraberê mezinahiya ev kitêba ilahî çoka \'ecz û heyretê li \'erdê dan û gava ku li mescidul heramê da bona lêkolandina kar û barê xwe yên yêksalî da li hev civiya bûn, Imam Sadiq (s) ji bal wa borî û ev ayeta pîroz telawet kir:

قُل لَّئِنِ اجْتَمَعَتِ الإِنسُ وَالْجِنُّ عَلَى أَن يَأْتُوا بِمِثْلِ ھذَا الْقُرْآنِ لاَ يَأْتُونَ بِمِثْلِهِ وَلَوْ كَانَ بَعْضُهُمْ لِبَعْضٍ ظَهِيرًا Sûretê Isra/ 88

B- nexwendî bûna înerê

Qur’ana pîroz, eger ji alî hecmê ve ne ewqas mezin e, lêbelê dagirê enwa\' û eqsamê cûrbicûrê me\'arif û ‘ilm û ehkam û qanûnên ferdî û ictma\'î ye û lêkolandina her deste ji wan dikê lazimê xwe ku komên mutixesis û şareza ku li dirêjiya çendîn salan da wê derheqê da destpê tehqîq û lêkolîn û xebata ‘ilmî bikin û hêdî hêdî sirr û veşartîyên wê yên nixûmandî kifş bikin û xwe bigehînin heqîqet û rastîyên zehftir, herçend ku kifşa hemî heqayiq û veşartîyên wê, ji bilî wa kesên ku xweyê ‘ilm û zanîna ilahî ne ji alîyê Xuda ve hatine teyîd kirin ji kesî ra mumkin nîne.

Ev berhemên cûrbicûr ku kûrtirîn û bilindtirîn me\'arif û bala bilindtirîn û biqedrtirînê destûratên exlaqî, û \'adilanetirîn û bihêztirîn qanûnên huqûqî û cezayî, û hekîmanetirîn rêkên \'ibadî û ehkamên ferdî û ictma\'î, û bikêrtirîn û bi sûdtirîn we\'z û şîretan û bi feydetirîn nuktên tarîxî û dîrokî, û çêkertirîn û islehkertirîn rêbaz û awayên te\'lîm û terbiyetê - hevotin û perwerde kirinê di xwe da dihebênê, û bi kurtî: dagirê hemî eslên lazim bona se\'adet û bexteweriya di dinya û axiretê bona beşer pê uslûb û awayek nû û xweş li hev kom kirine, bi wî awayî ku hemî kesan di cami\'e û komelê da bikarin qas karîn û imkana xwe jê behre wergirin.

Li hev kom kirina hemî wa me\'arif û heqîqetan di berhemek wiha da, ne di karîna mirovên \'addî da ye û kes nikarê wek wê çêkê. Lêbelê ewa ku li ser \'ecêbiya wê ve zêde dikê ev e ku înerê vê kitêba pîroz ew kes e ku qet ders nexwendiye û te\'lîm nedîtiye û qet qelemê li ser pelê neaniye û li cihekî dûr ji temeddun û şaremendîyê da perwerde bûye. Û ya \'ecêbtir ev e ku li jiyana xwe ya çil salan pêşiya bi\'seta xwe, nimûneyek ji wa peyv û gotinan kes ji wî seh nekiribû û li dewrana risaleta xwe da jî ewa ku bi navê wehya ilahî radest dikira, xweyê uslûb û awayekî wîje û taybet û hemaheng û lihev hatî bû ku bi temamî ewa peyvan ji peyvên wî yên dî cida dikira û ferqek ronahî û eşkere di nav beyna evê kitêb û peyv û axiftinên dî yên wî diyar dikir. Qur’ana pîroz kerem dikê: (Enkebût / 48)

وَمَا كُنتَ تَتْلُو مِن قَبْلِهِ مِن كِتَابٍ وَلَا تَخُطُّهُ بِيَمِينِكَ إِذًا لَّارْتَابَ الْمُبْطِلُونَ

Li cihek dî dibêjê: (Yûnus / 16).

قُل لَّوْ شَاء اللّهُ مَا تَلَوْتُهُ عَلَيْكُمْ وَلاَ أَدْرَاكُم بِهِ فَقَدْ لَبِثْتُ فِيكُمْ عُمُرًا مِّن قَبْلِهِ أَفَلاَ تَعْقِلُونَ

Yanî: “Eger Xudê bixwesta minê ev kitêb ji hewe re telawet nekira û minê hewe ji wê agah nekira; çewa ku pêşiya niha da min jiyana xwe digel hewe borandiye (di wî halî da ku nimûneyek ji va peyv û gotinan ji min seh nekirine) ma qey hûn hizir nakin?!“

Ihtimala zêde ev e ku ayeta 23 ya Beqere « فَأْتُوا بِسُورَةٍ مِّن مِّثْلِهِ ِ‌» hema işare dikê bal vê cihetê ji i\'cazê, yanî ihtimala qewî ev e ku zemîra «mislih» vedigerê bal «\'ebdina» ve.

Welhasil: (qet ne mumkin e, lê) eger bê ferz kirin ku bi sedan komên zanyar û \'alim li hev bicivin û arîkarî bidin hev û kitêbek wiha berhev bikin jî, qet gumana vê yêkê nayê dayîn ku mirovek nexwendî bikarê berhemek wiha çêkê. Ji ber vê yêkê, eşkere bûna kitêbek wiha digel taybetîyên wê ji bal mirovek ders nexwendî, beyangerê cihetek dî ji cihetên i\'caza wê ye.

C- hemahengî û nebûna ixtilafê

Qur’ana pîroz, kitêbekî ye ku li dirêjahiya bîst û sê salên risaleta Pêxemberê Ekrem (selat û selamên Xudê li ser wî û alê wî bin) da ku dewranek dijwar û tejî qewimînên tehl û şîrîn bû, hatiye hinartin; lê belê evan qewimînên cûrbicûr û \'ecêb qet çi tesîrê li rêkûpêkî ya naverok û awayê wê ya bi i\'caz da nekir. Hema ev hemahengî û rêkûpêkî ya wê ya di şikl û naverokê da cihetek dî ji cihetên i\'cazê tê hesabê; ku her wekî du cihetên dî, li Qur’anê bi xwe da jî işare pê hatiye kirin; li wêderê ku kerem dikê: Nisa/83.

أَفَلاَ يَتَدَبَّرُونَ الْقُرْآنَ وَلَوْ كَانَ مِنْ عِندِ غَيْرِ اللّهِ لَوَجَدُوا فِيهِ اخْتِلاَفًا كَثِيرا

Birastî, her mirovek kêm-zêde li bin tesîra du cûre guherîna da dimînê: yêk ev e ku hêdî hêdî li ser zanîn û hunerên wî zêde dibê, û zêde bûna zanîn û huneran tesîrê li axiftin û gotinên wî dikê û bivê nevê di nav bîst salan da gelek ferq û ixtilaf dikevê peyv û axiftinên wî da.

Ya duwê ev e ku, qewimînên cûrbicûrê jiyanê, dibê sebebê peyda bûna halet û rewşên rewanî û ihsasat û hestên muxtelif; wek tirs û hêvî û kol û şahî û coş û aramî û ... ku evan ixtilafên rewanî û rûhî tesîrê li bîr û hizr û peyv û kiryara mirov da dikê û bivê nevê hevrê digel evan guherîna, awayê peyvên wî jî gelek dikevin ber guherînê. Û di rastî da guherîna peyv û kelamê li dûv guherîna rûh û rewanê ye ku ew herdu jî li pey rewş û haletên tebî\'î û ictima\'î ve ne.

Niha eger em ferz bikîn ku Qur’ana pîroz, destçêkirî yê Pêxemberê Ekrem (selat û selamên Xudê li ser wî û alê wî bin) bi xwe bê, gorekî tesîra guherînên me pêşda jê axift û gorekî rewş û haletên tejî guherîna jiyana wî hezretî, bivê nevê Qur’ana pîroz ji nezer şikl û naverokê ve wê biketa bin ixtilaf û guherînê; halhale têda qet çi eserek ji guherînê nayê dîtin. Vêca evê yêkê dest ve tê ku hemahengî û nebûna ixtilafê di mefhûm û naveroka Qur’ana pîroz da, nîşaneyek dîtir e ji hatina vê kitêbê ji serkaniya zanîna bêdawî û bêbinî ya Xuda yê Mute\'al ve; ku Xuda yê Mute\'al hakim e li ser tebî\'etê, ne ku li bin tesîra tebî\'etê da bê.

[1] -- قُل لَّئِنِ اجْتَمَعَتِ الإِنسُ وَالْجِنُّ عَلَى أَن يَأْتُوا بِمِثْلِ هَـذَا الْقُرْآنِ لاَ يَأْتُونَ بِمِثْلِهِ وَلَوْ كَانَ بَعْضُهُمْ لِبَعْضٍ ظَهِيرًا.