Languages فارسی English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsch español فارسى درى РУС
Scroll down
Qur'an a Pîroz

PARASTÎBÛNA QUR’AN A PÎROZ JI TEHRÎF Û GUHERÎNÊ

2016/07/05

PARASTÎBÛNA QUR’AN A PÎROZ JI TEHRÎF Û GUHERÎNÊ

Wek çewa pêşda hatî gotin delîla pêdivêtî û zerureta nubuwwetê, dikê lazimê xwe ku peyamên ilahî bi durustî û bê xwehrî berdestê insan bibê da mirov bikarê bo se’adeta xwe ya dinya û axiretê jê behrê wergirê.

Ji ber vê yêkê wek kitêbên dî yên \'esmanî derheq parastî bûna Qur’ana pîroz da heta wê demê ku radestê xelkê bû, ne cihê behs û şikê ye; lêbelê wek çewa em dizanîn kitêbên dî yên \'esmanî piştî ku berdestê xelkê bûn, kêm-zêde ketin ber tehrîf û guherînê, an jî paşî re bi temamî hatin jibîr kirin, çewa ku îro eserek ji kitêba hezretê Nûh û hezretê Ibrahîm (selam li ser wa bin) venemaye û kitêbên hezretê Mûsa û hezretê ‘Îsa (selamên Xudê li wan bin) yên heqîqî û rastî peyda nabin. Li ser vê gotinê pirsyarek tê pêş ku: em ji kûderê bizanîn ewa ku niha ser navê axirîn kitêba \'esmanî (Qur’an) di destê me da ye hema ew kitêb e ku ji Pêxemberê Islamê (selamên Xudê li ser wî û alê wî bin) hatî hinartin û qet tu guherîn û tehrîfê neketiye têda û çi tişt lê zêde û jê kêm nebûye?

Elbet, ew kesên ku hinek nasyarî digel tarîxa Islam û musilmanan hebin û ji xebat û hewildana Resûlê Xuda (s) û cîgirên wî yên me\'sûm û pak (selamên Xudê li ser wî û wa bin) derheq nivîsîn û parastina ayatên Qur’anê agah bin û her wiha ji xebat û himmeta musilmanan bona jiber kirina ayatên Qur’anê xeberdar bin [bi wî awayî ku li şerekî tenê da hejmara şehîdên ku hafizê Qur’anê bûn geha 70 neferan] û her wiha ewên ku ji neql û gêrana Qur’anê li dirêjahiya çardeh qerna da bi awayê mutewatir û her wiha xebata li ser jimartina ayet û kelîme û herf û tiştên wiha agahdar bin, ew dê gumana kêmtirîn tehrîf û guherînê li vê kitêba pîroz da nekin. Lê eger em çavê xwe li delîlên qewî yê tarîxî bigirîn, parastî bûna Qur’ana pîroz pê beyanekî pêk hatî ji yêk delîl û burhana \'eqlî û burhanek neqlî jî bê isbat kirin; yanî çêdibê ku ewil lê zêde nebûna tiştekî di Qur’ana pîrozê da pê delîlek \'eqlî bê isbat kirin û paş sabit bûna vê yêkê ku Qur’ana ku li ber desta ye ji alî Xudê Te\'ala ve ye, pê ayetên wê kêm nebûna tiştek ji wê jî bê isbat kirin.

Ji ber vê yêkê, emê mijara parastî bûna Qur’ana pîroz ji her awayê tehrîf û guherînê li du beşên cidagane da danîn ber lêkolînê.

Lê zêde nebûna tiştekî di Qur’anê da

Derheq lê zêde nebûna tiştekî di Qur’anê da musilman hemî icma\' kirine û belkî hemî agahên cihanê jê agah in û qet çi qewimînek ku bibê serkaniya ihtimal û gumana lê zêdebûna tiştekî di Qur’anê da neqewimiye û qet çi senedekî derheq vê ihtimal û gumanê da nîne û peyda nabê. Her wiha dibê ku ferz û ihtimala lê zêdebûnê pê delîlek \'eqlî bê betal kirin bi vê beyanê:

Eger bê ferz kirin ku metleb û gotinek ji derve di Qur’anê da lê zêde bûye bi vê me\'na ye ku anîna kitêbek wek Qur’anê mumkin e û evê gumanê digel i\'cazê Qur’an û nekarîna beşer bo anîna wek wê rêk nakevê. Û eger bê ferz kirin ku tenê kelîmeyek an jî kurte ayetek (wek مُدْهَامَّتَانِ Rehman / 64) lê zêde bûye dikê lazimê xwe ku intizama peyvê jinav biçê û ji awayê eslî û i\'cazê derkevê ku eger wiha bê bi vê me\'nê ye ku qabilê teqlîd e û çêdibê ku wek wê bên çêkirin. Çimko nezm û intizama i\'cazî ya kelîmeyên Qur’anî bi new\' û cûreyên wa kelîme û herfên ku hatîn bijartin girêdayî ye ku pê guherîn û cî bi cî bûna wan, kitêb ji rewş û haleta i\'caz û mu’cizeyê derdikevê.

Lewmanê hevrê digel delîl û burhana mu’cize bûna Qur’ana pîroz ku hat isbat kirin, parastî bûna wê ji lê zêde bûn û izafatê tê isbat kirin. Wek çewa pê wê burhanê, jê kêm bûna kelîme û risteyan ku dibin sebebê derketina ayetan ji halet û rewşa i\'cazê; tê nefy kirin. Lêbelê jê avêtina sûreyek kamil yan jî metlebek tam bi wî awayê nebê sebebê derketina ayetên dî ji haletê icazê, ihtiyac bi delîl û burhanek dî heye.

Jê kêm nebûna tiştek ji Qur’ana pîroz

Zanyarên mezinê Islamê ji Şî\'e û Sunnî, ronahî û tekîd kirine ku: wek çewa ku tiştek li Qur’anê zêde nebûye, tiştek jî jê kêm nebûye. Û ji vê yêkê re gelek burhan û delîl anîne. Lêbelê mixabin ji ber gêran û neqla çend riwayet û hedîsên çêkirî di kitêbên hedîsî ya herdu biran, û fêhma nedurust ji hinek riwayetên cihê bawerîyê, hineka guman kirine an jî li ser vê yêkê tekîd kirine ku hinek ayet ji Qur’ana pîroz hatine derêxstin û jinav çûne.

Lêbelê ji bilî hebûna burhanên vebirî yên tarîxî derheq parastî bûna Qur’ana pîroz ji her awayê tehrîf û guherînê [pê lê zêde kirin an jî pê hezf kirin û jê derêxstin] cida ji hezf û derêxstina ku dibê sebebê ji hev ketina nezm û intzama i\'cazî ya wê ku pê burhana «i\'caz»ê nefy dibê; çêdibê ku parastî bûna Qur’ana pîroz ji hezf û derêxstina ayet an jî sûreyek ser bixwe [ku nabê sebebê ji hev ketina nezm û intzama i\'cazî ya Qur’ana pîroz] ji Qur’anê bi xwe bê isbat kirin.

Yanî piştî sabit bûna vê yêkê ku Qur’an bi temamî kelamê Xuda ye û berdest e û tiştek lê zêde nebûye, naveroka ayetên wê ser navê qewîtirîn burhanên neqlî û te’ebbudî, dibê huccet (û lazim e bê qebûl kirin). Û yêk ji meseleyên ku ji Qur’anê tê dest hema ev e ku Xuda yê mute\'al parastî bûna Qur’anê ji her awayê tehrîf û guherînê zemanet dikê û li xwe girtiye; berevajîyê kitêbên dî yên \'esmanî ku parastina wan bi hêviya xelkê ve hatî dayîn. (Çewa ku Maide/44 derheq zanayên Cihû û Filehan da dibêjê) [1]

Evê meselê ji ayeta 9 ji sûretê Hicr tê dest ku kerem dikê:

إِنَّا نَحْنُ نَزَّلْنَا الذِّكْرَ وَإِنَّا لَهُ لَحَافِظُونَ

Ev ayeta pîroz ji du ristan pêk hatiye: di rsta ewil da «إِنَّا نَحْنُ نَزَّلْنَا الذِّكْرَ » li ser vê meselê da tekîd dikê ku Qur’ana pîroz ji alî Xuda yê Mute\'al ve hatiye hinartin û di wextê nuzûl û hinartinê da qet çi guherîn neketiye têda. Û di rista duwê da « وَإِنَّا لَهُ لَحَافِظُونَ » pê bikar anîna dubare ji edat û kelîmeyên tekîdîyê û hey’eta ku delaletê dikê li ser dewam û istimrarê, ji her û her ra parastî bûna Qur’ana pîroz ji her awayê tehrîf û guherînê didê zanîn.

Ev ayeta pîroz herçend lê zêdebûna tiştan di Qur’anê da jî nefy dikê, lêbelê istidlal û delîl anîna bi wê bo nefya ev qismê ji tehrîfê, burhanek dûr û ne li cî da ye; çimko şubheya lê zêdebûna tiştan di Qur’anê, hema evê ayetê jî digirê ber xwe û betal kirin û rakirina vê şubheyê pê vê ayetê ne durust e. Ji ber vê yêkê, me ewê şubheyê pê burhana i\'caz û mu’cize bûna Qur’anê ji holê rakir û paşê pê istifade ji ayetên pîroz, parastî bûna Qur’ana pîroz ji hezf û kêm bûna ayet an sûreyek serbixwe (bi wî awayî ku sebebê jinav çûna nezm û intizama i\'cazî nebê) jî sabit kir.

Û bi vê pêkê parastî bûna Qur’ana pîroz ji her awayê tehrîf û guherînê yanî lê zêdebûn an jê kêm bûnê, pê gotinek pêkhatî ji yêk burhana \'eqlî û burhanek neqlî tê isbat kirin.

Li dûmahîkê da lazim e ev nukte jî bê gotin ku mexsed ji parastî bûna Qur’ana pîroz ji «tehrîf û guherînê» ne ev e ku hema li kûderê kitêbek bi navê Qur’an peyda bû, Qur’ana kamil û parastî ji xeletî yên nivîserî û qiraetî (xwendinî) ye; an jî qet çi tefsîra xelet û tehrîfên me\'newî derheq wê da bê imkan û nemumkin e; an jî ayet û sûretên wê gorekî nuzûlê hatiye rêz kirin. Belkî mexsed ev e ku Qur’ana pîroz ewqas di navbeyna mirovan da bimînê ku heqîqetxazan bikarin û evê imkanê hebin ku ayetên Qur’ana pîroz bi wî awayê hatî hinartin dest ve bînin.

Ji ber vê yêkê, kêmasî hebûn an xelet bûna hinek ji nusxeyên Qur’ana pîroz, an jî ixtilafên di qiraet û xwendinê, an jî rêkûpêk û bi rêz kirina ayet û sûreyên wê berevajîyê rêz û tertîba nuzûlê, an jî hebûna tehrîf û guherînên me\'newî û tefsîrên cûrbicûr, ne li dijî parastî bûna Qur’ana pîroz e ji tehrîf û guherîna ku me derheq wê da axift.

[1] - - ... بِمَا اسْتُحْفِظُوا مِن كِتَابِ اللّهِ وَكَانُوا عَلَيْهِ شُهَدَاء ...