Languages فارسی English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsch español فارسى درى РУС
Scroll down
Exlaq

PEYVÊN BIJARTÎ

2016/07/02

PEYVÊN BIJARTÎ

□ Hemî xislet û xûyê hêjayên mirov, di rêka birrîna ji hemî tiştan û çûna ber bi Xwedê da veşartî ne.

□ Dinya bi tewawî û hemî tiştê di wê da -digel hemî reng û bergê wê yên dexelîn- li ber ew meqama ku ji bende yên qencê Xwedê re (di axiretê da) heye, qas pirîskekî jî erziş û qîmetê wê tunîne.

□ Dinya digel hemî reng û bergê xwe ve ji vê çendê tewşotir e ku were hez kirin.

□ Ev jiyana bihurbara di zahir şîrîn, çi erzişek wê li himber ‘ezabê bêzewalê (Xwedê) heye.

□ Dil dana bi xêncî Xwedê, mirov dinav perdeyên zulmanî û tarî da dipêçê (dixe nav tarîtîyê).

□ Çi yêk ji kar û barên dinyayî, eger bibe sebeb ku mirov dilê xwe bide bal dinyayê û ji Xwedê xafil bimîne, wê însan bavêje nav tarîtîyê re.

□ Hûn hizbullah bin; xwe ji reng û bergên jîyan û xemla wê yên dexel biparêzin û dûr bikin.

□ Ew mela û rûhanîyê ku xwe peyrewê ‘Elî (selama Xwedê li ser be) dihesibêne, mumkin nîne ku dilê xwe bi dinyayê ve girê bide.

□ Kok û xîma hemî ixtilaf û nakokîyên ku bêy armancekî taybet û pîroz bin, dinyahezî û dinyaxwazî ye.

□ Pêxemberên Xwedê hatin da ku mirovperwerîyê bikin, însan çê bikin û beşer ji şerr û xirabî û kirêtî û neqencîyê dûr bikin û wa biparêzin, û her wiha xweşî û qencî û başîyan nîşa wan bikin

□ Hûn eger ji bo Xwedê gavan bavêjin, Xwedê jî dilan diguhrîne û berê dilan dizivirîne ber bi we.

□ Xêncî Xwedê berê xwe nedin tu kesî.

□ Dilê însan mîna awêne/neynîkê zelal û saf e, lê ji ber xwe girêdana bi dinya û ji ber zehfîya gunehan reş û şêlî dibe.

□ Digel rûhê lewitî, exlaqên kirêt û xirab, gunehên ji dil û bedenî, mirov çawa dikare here huzûra Xwedê û ber dergeha Wî ya pîroz û têkeve nav mêvangeha Xwedayê ku perwerde­garê hemîya û “serkanîya mezinatîyê” ye?.

□ Ji Xwedê bitirsin, xwe ji encama kiryarên xwe biparêzin û ji vê xewa xeflet û nezanîyê hişyar bin!

□ Dûrnêhêr bin û li dûhata karan binêhirin û pêşeroja xwe ya bihereşe bînin ber çavê xwe, ji çews û tengîya qebrê, alema berzex û hemî dijwarîyên ku pêve tên xeflet nekin û xafil nemînin.

□ Agirê cehnemê pê karê kirêt û kiryarên xirabê mirov vêdikeve.

□ Beşer eger pê karê xwe yên xirab agirê cehnemê vênexe, cehnem her temirî dimîne; batinê vê dinyayê hema cehnemê yê, dildana bi dinyayê hema dildana bi cehnemê ye.

□ Ew tişta ku li axiretê diqewume li dûnyayê da hazir dibe.

□ Berî ku mecal ji dest here çarekî bibînin.

□ Hûn xort ber bi kal bûnê û em kal jî ber bi mirinê dime­şin.

□ Her nefesa ku hûn dikişînin û her gava ku hûn davêjin û her dema ku ji temenê we dibihure êdî guherîn çetin û dijwar dibe û zulmet û tarîtî zêde dibe.

□ Hetanî ku we hêz û vîyana xortanîyê hebe, hûn dikarin hewa û hewesên nefsanî, lezzet û çêjên dinyayî û xwestekên heywanî ji xwe dûr bikin.

□  Dilê xort û ciwan pirûpak û paqij e û vîyana fesadîyê têda lawaz e; lê herçiqas li ser temen zêde dibe, koka gunehê jî di nav dil da zexmtir û qayîmtir dibe, heta ku hilkişandin û bir­rîna wê dijwar dibe.

□ Tobeya ser devkî û pê gotinê tinê, qebûl nabe; puşmanî û vîyana ser terk kirinê pêdivê ye.

□ Bi xelqên Xwedê ra xweş mi’emiletê bikin, ji wan re dilovan bin û digel wan bi qencî biborin.

□ Digel bendeyên baş û salihê Xwedê qencîyê bikin.

□ Kesê ku Musilmanên dî ji dest û ziman û çavê wî ne li eman û rihetîyê da bin, di rastîyê da ew ne Musilman e.

□ Bêhurmetîya li bendeyê Xweda, bêhurmetîya li Xweda ye.

□ Kesê ku li pey hewa û hewesa nefsê biçe û peyrewî ji şeytanê bike, hêdî hêdî rengê şeytan li xwe digire.

□ Ehlê axiretê dinav aştî û sefayê da bi hev ra ne û dilê wan ji muhebbeta Xwedê û bendeyên Xwedê tejî ye.

□ Hezkirina ji bendeyên Xweda, hema sîbera hezkirina ji Xweda ye.

□ Qur’ana Kerîm, emanetê Xweda yê Mezin e; yên ‘alim û rûhanî jî emanetdarên îlahî ne.

□ Berpirsiyarîya ‘aliman zaf giran e û ji ya mirovên din zehftir e.

□ Ev hedîs e ku çaxê rûh gehişt gerîyê, êdî ji ‘alim re tobe tunîne û jê nayê qebûl kirin.

□ ‘Alimek eger bixalife, dibe ku civatekî ji rê derbixîne û koka wa birizîne.

□ Eger ‘alimek dilpak be û anagora exlaq û edebên Îslamî ‘emelê bike hingê civakê ber bi rastî û durustîyê dibe.

□ ‘Ilm û zanîn, di dilê ku paqij nebe, perdeya reşatî û zul­metê ye.

□ ‘Ilm nûr e, lê belê li dilê reş û fasid da dawa reşatî û zulmetê berfirehtir û geş dike.

□ Ew ‘ilm û zanîna ku mitov pitir/bêhtir nêzîkê Xweda dike, eger bal yê dinyahez da be, ewî pitir ji Xwedê Te’ala dûr dike.

□ Zanîn û ‘ilma tewhîdê jî eger ne ji bo Xwedê be, yêk ji perdeyên reşatî û zulmetê ye.

□ Eger însan qirêjî û kirêtîyê ji dilê xwe dernexe, herçiqas dersê bixwîne jî ne tinê feyda wê tunîne, belkî zirar û zîyan jî pêve tên.

□ ‘Alimekî fasid dûnyayekê fasid dike.

□ (Ji sûxte û teleban re): Eger -Xwedê nekirî- hûn dersê nexwînin, heram e ku hûn li medresê da bimînin.

□ Her gavekî ku hûn bona hîn bûnê davêjin, bona perçiqandina nefsa xwe û xurt kirina hêza rûhî û qazanc kirina exlaqê baş û bidest xistina xêr û başîyan û xweparêzîyê jî gavek bavêjin.

□ Eger ixlas û nêta pak tunebe, ev ‘ilm û zanistan bêfeyde ne.

□ Pêşîya vê ku hûn bikevin nav civakê re bixebitin ku xwe isleh û paqij bikin.

□ Bendewarî û hêvî ji we tê kirin ku dema we dersa xwe xi­las kir, hûn bixwe êdî terbîye bûbin da bikarin cima’etê rênimûn û isleh bikin.

□ Eger ji ber karê we yê xirab kesek tinê jî ji rê derkeve û berê xwe ji Îslamê bizivirîne wê çaxê hûn rastî mezintirînê gunehên mezin tên.

□ Xwedê nekê însan pêşîya ku xwe isleh bike, bikeve nav civakê re û cima’et berê xwe bidinê û ew li nav cima’etê da bibe xwedan kesayetî, çimkî hingê wê xwe winda bike.

□ Berî ku hefsarê îxtîyarê ji dest we derkeve hûn xwe çê bi­kin û xwe isleh bikin.

□ Xwe pê exlaqên qenc bixemilînin; exlaqên kirêt ji xwe dûr bikin; bi ixlas û ji dil ve dersê bixwînin, da ku we nêzîkê Xweda bike.

□ Eger li kiryaran da nêta xalis û pak tunebe, mirov ji der­geha îlahî dûr dixe.

□ Li navendê ‘ilmî da rêkûpêkîyê saz bikin.

□ Destên dagîrker dixwazin hemî rûmeta Îslamê jinav bibin û divê hûn li dij wan bisekinin.

□ Pê hejê kirina nefs û quretî û serxwe çûnê, berxwedan çênabe.

□ Zanyar û ‘alimê pîs, ‘alimê dildayî bi dinyayê, ew ‘alimê ku hertim hizra destve anîna meqam û serokatîyê dike, nikare li ber dijminên Îslamê bisekine.

□ Gavan (meremên xwe) îlahî bikin, hejê kirina dinyayê ji dilê xwe derixînin, hingê hûn dikarin têbikoşin û mucadele bikin.